STENBOL- Hevserokên DEM Partî yên Esenyûrtê Bahar Karataş û Fatîh Ergun ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Danê sibehê bi ser DEM Partî ya Esenyûrt a Stenbolê de hat girtin û hevserokên wê Bahar Karataş û Fatîh Ergun hatin binçavkirin. Bahar û Fatîh ku sewqî dadgehê hatin kirin, hatin girtin.
Her wiha pirtûk, kovar û komputerên li rêxistina DEM Partiyê hatibûn desteserkirin.