Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû

  • rojane
  • 11:22 16 Sibat 2024
  • |

AMED - Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê çalakiyên ku di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li dar bixin aşkere kir.

Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bernameya xwe ya têkildarî çalakiyên ku dê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li dar bixin aşker kir. Ji bo çalakiyên bi dirûşmeya “Dem dema zimanê kurdî ye” di navbera 18-21’ê sibatê de bên lidarxistin, li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankarta "Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn li her derê têkoşîn/ Seba ziwanê kurdkî her dem têkoşîn her ca de têkoşîn" hate daliqandin. 
 
Hevberdevkên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û Heval Dilbahar bername aşkere kirin. Tûrhalli bi zaravayê kirmanckî, Dilbahar jî bi zaravayê kurmancî bername aşkere kirin. 
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN 
 
Bernameya ku her du hevberdevkan aşker kir wiha ye: 
 
Em weke DEM Partiyê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘Dem dema zimanê kurdî ye!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dest bi vê pêvajoyê bikin. Li ser vê bingehê, em weke partî bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21'ê Sibatê bernameyên cuda cuda li dar bixin. Wek meş, daxuyaniyên çapemeniyê, dersdayîna kurdî, panel, belavkirina belavokan, panel, şahî û çalakiyên di parlementoyê de û hwd.  
 
Di vê çarçoeveyê de di 18'ê sibatê de saet di navbera 18.00 û 22.00'yan de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên gotin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev dê wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin. 
 
Di 20'ê sibatê de dê derbarê kurdî de saet di 21.00'an de xebata hashtagê bê kirin. Di navbera 18 û 21ê sibatê de li navenda bajêr, tax, kolan û qadan dê bernameyên dersdayîna kurdî bên lidarxistin. 
 
LI GELEK BAJARÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ DÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN 
   
Di navbera 19 û 21'ê mehê de li gelek bajar û navçeyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê fermî dê meş û daxuyaniyên çapemeniyê bên lidarxistin û dê sed hezeran belavok bên belavkirin. 
Hinek bajarên ku dê ev çalaki lê bên lidarxistin ev in: Bajarên weke Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Semsûr, Dîlok, Riha, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mûgla, Balikesîr, Enqere, Konya û gelek bajarên din û bi dehan navçeyên wan.  
 
Herwiha di 19-20 û 21'ê sibatê de, parlementerên me derbarê zimanê dayikê de, bi taybetî jî ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî ya fermî û perwerdehiya bi kurdî dê di parlementoyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin..    
Em bang û gazî dikin ku li Kurdistanê, ne tenê li bajaran divê hewl bê dayîn ku li hemû navçe, bajarok û gundan û li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn jî çalakiyên ji bo zimanê kurdî bên lidarxistin. 
 
Hemû endamên me yên lijneya rêveberiya navendî û yên meclisa partiyê, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên meclisa jinan, endamên meclisa ciwanan, hevşaredarên me, namzetên hevşaredariyên me, encumenên me yên şaredariyan, endamên me yên meclîsa giştî yên bajaran di asta pêşengiyê de tevlî hemû bernameyên me yên zimanê bibin. 
 
Em bangî hemû gelê xwe û beşdarên xwe dikin ku bi cilûbergên kurdewar an ku bi kiras û fistan, şal û şapikan tevli bernameyan bibin û bi dirûşmê bi kurdî dengê xwe li her derê bilind bikin, bi pankart û dowîzên bi kurdî rengekî kurdewar bidin bernameyan."
 

Sernavên din

19/02/2024
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê