STENBOL - Endamên Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku li Amed û Stenbolê hevdîtin kiribûn, diyar kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan tavilê were berdan.
Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji hiqûqnas, parlamenter, ekolsojîst û nûnerên saziyên civaka sivîl ên welatên cuda yên Ewropayê pêk tê, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên li girtîgehan li Stenbol û Amedê çendek hevdîtin kirin. Endamên şandeyê têkildarî serdanên xwe li avahiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) daxuyaniyê dan.
Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatibû daliqandin. Tevî şandeyê û parêzerên endamên OHD'ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Amedê Ceylan Akça Cupolo û gelek parêzer di daxuyaniyê de amade bûn.
Di daxuyaniyê de ji ewil Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo axivî û wiha got: “Em îro bi şandeyeke jinên ji Skoçya, Îrlanda, Katalonya, Meksîka û Lubnanê pêk tê daxuyaniyekê didin. Şande di 8'ê kanûnê de hat vê derê. Li Stenbol û Amedê hin hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de çavdêriyek amade kirin. Ev serdan, dema grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hatine destpêkirin pêk hat. Em di rewşeke wiha de ne ku hemû mafên kurdan ên li her çar parçeyan di bin êrişan de ne. Şande jî bû şahidê van êrişan.”
‘TIRKIYE BI AWAYEKE SÎSTEMATÎK MAFAN BINPÊ DIKE’
Piştre jî endama delegasyonê ya ku ji Îskoçyayê Eva Schonveld rapora çavderiyê xwend. Schonveld, destnîşan kir ku wek delegasyoneke sivîl hatine û ev tişt anî ziman: “Em di Hefteya Mafên Mirovan de hatin vir û li pirsgirêkên kurdan û kêmneteweyên din guhdarî kir. Me hin daxuyanî ji saziyên sivîl kom kirin. Ev kes an girtiyên siyasî bûn an jî kesên ku piştgirî dabûn wan. Weke şande xaleke taybet hebû ku me girîngî dayê. Ev dîlgirtin û tecrîda li ser girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiyeye ferzkirin e. Di encama hevdîtinên xwe de me hinek agahî bi dest xistin. Ev agahî nîşan didin ku Tirkiye bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên gelê kurd bin pê dike. Di serî de Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî. Peymanên navneteweyî dibêjin 'Divê tu kes rastî îşkence, muameleya nemirovane neyê'."
TECRÎD Û ÎŞKENCE
Bi domdarî Schonveld diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bandorê li hemû girtîgehan kiriye û wiha pê de çû: “Ev girtî nikarin bi girtiyên din re têkiliyê deynin. Carnan tenê destûr tê dayîn ku saetekê li derveyî hucreyê derbas bikin. Carinan jî ev destûr nayê dayîn. Li gorî pîvanên navneteweyî, tecrîda demdirêj û bênavber pêkanînek hovane û şêweyekî îşkenceyê ye. Ya ku li Tirkiyeyê diqewime ev e. Her wiha me bihîst ku girtiyên nexweş jî rastî vê îşkenceyê hatine. Me jî dît ku rêxistinên sivîl bi raporên balkêş ew tomar kirine. Tirkiye di warê mafên mirovan de têk çûye. Me bihîst ku kesên xizmên wan di girtîgehê de mirine ji cenazeyên wan nayên girtin û beyî destûra malbatê hatine definkirin. Kesên ku ev zordarî kirin polîs û leşker bûn. Dîsa rewşa jinên dîlgirtî ji bo me cihê girîngiyê ye. Bûyer hene ku zêdetirî 50 girtiyan yek tuwaletê parve kirine. Ev yek hem ji bo tenduristiya fizîkî û hem jî ya derûnî ya jinan xera dike."
‘HIQÛQA TIRKIYEYÊ JI BO TEPISANDINA KURDAN TÊ BIKARANÎN’
Di berdewamê de Schonveld da zanîn ku binpêkirinên behsa xeberê bi hiqûq û peymanên navneteweyî hatine qedexekirin û wiha pê de çû: “Ev pêkanîn û şert û mercên bi vî rengî ji aliyê girtiyên kurd ve bi yekane derfetên xwe bi greva birçîbûnê tên protestokirin. Ev çalakî 19 roj berê dest pê kir. Em ne tenê ji bo wan, em ji rewşa derûnî û fizîkî ya malbatên ku dûr ketine bi fikar in. Weke şande em piştgiriyê didin daxwaza rakirina tecrîda li ser girtiyên siyasî û Abdullah Ocalan. Em rastî delîlên zelal hatin ku hiqûqa Tirkiyeyê ji bo tepisandina gelê kurd weke rêbazeke darazê tê bikaranîn. Em dibînin ku li Bakur li şûna rêveberên şaredariyên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, rêveberên AKP'ê hatine tayînkirin. Me di serdanên xwe de bi gelek kesan re hevdîtin kir. Ev kes li ser ziman û çanda kurdî dixebitin û her tim di nava tirsa binçavkirin û girtinê de dijîn. Sûcdariya li ser wî jî ‘xebata bi rêxistina terorê re’ ye. Em bikaranîna îradeya siyasî ya gelê kurd wekî paqijkirina etnîkî bi sûcdariya terorê ya jorîn şermezar dikin. Dewletên Ewropayê hene ku serî li ber zextên Tirkiyeyê dane. Wan PKK wek 'rêxistineke terorîst' bi nav kirin. Welatên ewropî gelek caran nekarîn rê li ber Tirkiyê bigrin ku pozîsyona xwe ya siyasî bikar bîne da ku zindan bi rojnamevan û rêxistinên sivîl tijî bike.
REWŞA JINÊN KURD
Daxuyanî wiha dom kir: “Em dibînin ku dewleta tirk çawa li dijî welatiyên xwe, gelê kurd weke mekanîzmaya zextê bikar tîne. Her wiha me bi dayikên ku zarokên xwe di girtîgehê de yan jî ji ber tundiyê dewletê winda kirine re hevdîtin kir. Em rasterast ji van dayikan re dibêjin, em gelekî heyranê fedakarî û wêrekiya we ne. Em çîrokên we di dilê xwe de digirin. Ev dayik ji bo polîtîkaya êriş û tirsandinê ya ku berdewam dike û ji bo bicihanîna edaletê bênavber dixebitin. Her wiha me ji saziyên ku di warê mafên jinan de dixebitin jî behsa zêdebûna tundiya li ser jinê kir. Ev tundiye ji aliyê hêzên polîsan ve jî tê kirin. Bi rastî, di hin bûyerên kuştina jinan de, tu ceza li sûcdaran nayên birîn. Me bihîst ku jinên girtî ji ber ku dixwestin çanda xwe bimeşînin an jî xwestin li xizmên xwe yên winda bigerin rastî îşkence, muameleya xerab û îşkenceyê hatine. Em dibînin ku jinên kurd li gel vê tundiyê, bi qirkirina çandî re jî rû bi rû dimînin. Vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê peyameke pir zelal dide. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk tu rêzê ji mafên jinan re nagire.
HELWESTA YE Û INGILISTANÊ
Em gelek xemgînin ku li gel Tevgera Azadiyê ya Kurd û baldariya wê ya ji bo azadiya jinê, Tirkiye ji bo pêşîlêgirtina cihêkariya li dijî jinê nakeve nav tu hewldanan. Em careke din dixwazin bibêjin ku li hemberî jinên kurd cihekarî her ku diçe zêde dibe. Ev jin hem ji ber zayenda xwe hem jî ji ber qirkirina çanda xwe duqat cihêkarî li wan tê kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan, mekanîzmayek ji aliyê saziyên dewleta tirk ve nayê pêşxistin. Em xemgînin ji ber ku hikûmetên YE, Ingilistan û Tirkiyeyê li hemberî van polîtîkayên zext û tundiyê yên zêde bêdeng dimînin. YE û Ingilistan peymanên çekan bi Tirkiyeyê re didomînin. Ev çek û alîkarî li hemberî sivîlan tên bikaranîn. Her wiha em dibînin ku YE binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyeyê şermezar nake.
BIRYARÊN DMME’YÊ
Em bûne şahid ku hikûmet cihêkariyê li penaberan dike. Ev jî dibe sedema dijbertiya li hemberî penaberan. Hikûmeta Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê rewşê manipûle dike. Ingilistan û Ewropa piştgiriyê didin vê krîza mirovahiyê ya mezin dibe. Em van welatan lanet dikin. Ev rewşa dema ji berjewendiyên siyasî re xizmetê bike wê demê dibe sedema hewldanên faşîst. Em li vir tenê bûn şahidê parçeyekî biçûk a vê qeyran û cihêkariyê. Tiştên ji me re gotin ev e; ‘Li Tirkiyeyê tu wateya biryarên DMME’yê nîne.’ Ji bo gelê kurd fikarên me yên cidî hene. Zextên li ser gelekî tê wateya zextên li ser civakekê.”
Schonveld, daxwazên delegasyonê jî wiha rêz kir:
“* Divê tavilê li Peymana Stenbolê bê vegerîn.
* Divê dewletên endamên NY’yê li dijî zexta li ser gelê kurd tevdîran bigirin.
* Divê êrişên li ser Rojava demildest bên sekinandin û dagirker ji cihên dagir kirine vekişin.
* Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û Ocalan azad bibe.
* Divê hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.
* Divê tecrîd bê rakirin.
* Divê hemû dewlet PKK'ê ji lîsteya ‘terorê’ derxînin û ji bo gelê kurd çareseriyeke demokratîk pêk were.”
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN’
Schonveld, got ku dê bêdeng nemînin û ev tişt anî ziman: “Yên berî me jî gotine demokratîkbûna welatekî ji şertên girtîgehên wî welatî tê fêmkirin. Li ku derê cîhanê be bila bibe dema ku îşkence dewam bike demokrasî li wir pêk nayê. Em kesên li ser navê azadiyê têkoşînê li her derê dinyayê didin silav dikin.”
Herî dawî jî şandeyê da zanîn ku dê rapora xwe pêşkeşî CPT û saziyên din bikin.