Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane

  • rojane
  • 09:11 11 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ê têkildarî aştiyek civakî axivî, diyar kir ku divê Tirkiye meseleya kurd bi rêya demokrasiyê çareser bike û got: “Polîtîkayên qeyûm û tecrîdê ji bo aştiyeke civakî astengî ne û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane.”
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku ji sala 1986’an û vir ve ji bo aştiyê û li dijî binpêkirinên mafên mirovan dixebite, bi gelek çalakiyên xwe xwesteka xwe ya çareseriyê tîne ziman. Li gelek bajaran û bi gelek saziyên sivîl re ji bo aştiyeke birûmet, çareserkirina meseleya kurd ya bi demokrasiyê, binpêkirinên mafên mirovan hwd. armanc û daxwaza xwe qîr dike. Herî dawî navenda giştî ya ÎHD’ê ji bo çareseriyeke aştiyane bi hemû şaxên xwe ve dest bi “Nobeta Aştiyê” kir. Yek ji wan şaxan Şaxa Amedê ye ku li hember hemû kiryarên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind dike û xebatan dimeşîne. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, têkildarî daxwaza wan ya aştiyê û çareserkirina meseleya kurd ji ajansa me re axivî. 
 
‘DIXWAZIN MESELEYA KURD BÊÇARESERÎ BIHÊLIN’
 
Yilmaz, da zanîn ku ÎHD ji avabûna xwe heta niha tekoşînê ji bo aştiyeke civakî dike. Yilmaz, anî ziman ku piştî 24’ê tîrmeha 2015’an ku hevdîtinên çareseriyê hatin sekinandin û ‘Rewşa Awarte’ ya piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an hatibû îlankirin, dixwazin meseleya kurd bêçareserî bihêlin. Yilmaz, diyar kir ku ew jî li ser vê yekê bi MYK’a saziya xwe re civîyane û wiha got: “Me di civîna xwe de anî ziman ku di vê pêvajoya ku hêviya mirovan gelek şikestî de jî em dest ji xwesteka xwe ya aştiyê bernedin û fikra aştiyeke civakî derket holê. Ji îlona 2022’yan ve her roja înê ya hefteya ewil a mehê em ‘Nobeta Aştiyê’ li dar dixin. Ji bilî rewşên awarte hema bêje me hemû mehan çalakiya xwe ku li hemû şaxên ÎHD’ê tê kirin, pêk anî. Çalakiya me bi tevlibûna saziyên sivîl ên Amedê pêk tê û em di hemû çalakiyên xwe de xwesteka xwe ya aştiyê, ya destpêkirina pêvajoyek nû ya aştiyê, ji bo desthilatê û saziyên muxatab tînin ziman. Em pirsên weke ‘Gelo civaka Tirkiyeyê çima pêdivî bi aştiyê heye?’ û ‘Bi aştiyê re dê li Tirkiyeyê destkeftiyên çawa bên bidestxistin?’ bi mînakên şênber vedibêjin.”
 
‘REWŞA KURDÊN LI BAKUR Û KURDÊN LI ROJAVA, BAŞÛR Û ROJHILAT JI HEV CUDA NÎNE’
 
Yilmaz, bal kişand ser aştiyeke birûmet û da zanîn ku sedema neavabûna aştiyê polîtîkayên desthilatê yên ewlekariyê ne. Yilmaz, diyar kir ku desthilat li dijî meseleya kurd tenê bi polîtîkayên weke ‘tekoşîna bi terorê re’ nêzîk dibe û hêvî dike bi vî awayî meseleya kurd çareser bike. Yilmaz, anî ziman ku ew jî vê yekê rast nabînin û got ku polîtîkayên şer ên li dijî Rojava, başûrê Kurdistanê dibe sedema neçareseriya meseleya kurd. Yilmaz, bi domdarî wiha got: “Em tînin ziman ku divê dewleta Tirkiyeyê hem bi kurdên di nava sînorên Tirkiyeyê de hem jî bi kurdên welatên din dijîn bikeve nava pêvajoyeke diyalogê. Em wisa difikirin ku rewşa kurdên li vir û kurdên li Sûriyeyê, Iraqê, Îranê ji hev cuda nîne. Em çareserkirina meseleya kurd, avakirina pêvajoyeke nû ya muzakereyê pêwîst û mecbûrî dibînin. Her wiha ev yek li gorî pêdiviya peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê îmze kirine jî mecbûrî ye.”
 
‘BI POLÎTÎKAYÊN QEYÛM VÎNA GEL TÊ BINPÊKIRIN’
 
Yilmaz, destnîşan kir ku di xala 10’emîn ya destûra bingehîn a Tirkiyeyê de dibêje ku ‘hemû hemwelatî wekhev in’ û ev xal li gorî pêdiviya peymanên navneteweyî ketiye destûra bingehîn. Yilmaz, diyar kir ku gava li darizandin û biryarên îdarî dinêrin tê dîtin ku kurd rastî mûameleke wekhev nayên. Yilmaz, da zanîn ku mînaka herî şênber jî polîtîkayên qeyûman in û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Bi lêpirsînên bi hêmanên nedîtbar pêk tên ku bi taybetî jî li dijî şaredariyên siyaseta kurd dest xistine bi kar tînin, vîna gel tê binpêkirin. Ev yek bi tena serê xwe pirsgirêkeke li dijî aştiya civakî ye. Dîsa biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo kesayetên kurd ên hatine hilbijartin hene. Bi taybetî jî, bi cih neanîna biryarên der heqê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û herî dawî jî Can Atalay de dijberiyê zêdetir dike û di rêya aştiya civakî de astengî ye.”
 
‘DEMA MIJAR DIBE KURD MUXALEFET JÎ HEMAN NÊZÎKBÛNÊ NÎŞAN DIDE’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Yilmaz anî ziman ku divê mirov di meseleya aştiyê de wêrek bin. Yilmaz, diyar kir ku gava mijar dibe maf û azadiya gelê kurd hem desthilat hem jî muxalefet heman gotinan dikin û heman refleksê nîşan didin. Yilmaz, weke mînak peymana di navbera namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ê nijadperest, da û bi bîr xist ku tevî bêhiqûqiya qeyûman hatiye qebûlkirin û gelek sazî û dezgehan bertek nîşan dane jî, dîsa van kesên ku ji xwe re dibêjin muxalîf di peymanê de ji bo berdewamiya qeyûman protokolek îmze kirin. Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek jî nîşan dide ku partiyên di nava vê pergalê de bi heman hişmendiyê nêzîkî mijara kurdan dibin. Em wisa difikirin ku astengiya herî mezin ya di rêya aştiya bi kurdan re de ev yek heye. Partiyên muxalefetê jî, ji vê yekê razî ne. Di welatên demokratîk de muxalefetên li dijî bêhiqûqiyên desthilatê têdikoşin hene û di encama vê têkoşînê de demokrasî tê bicihkirin. Lê li Tirkiyeyê berovajî vê yekê, muxalefet jî li dijî kurdan û kes an jî saziyên li cem kurdan cih digirin bi heman polîtîkayên desthilatê tevdigerin. Ev yek jî dezavantajeke gelekî mezin e.”
 
‘TECRÎD, DI RÊYA AŞTIYÊ DE ASTENGÎ YE’
 
Bi domdarî Yilmaz destnîşan kir ku ji bo aştiyê, fermîbûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bidawîkirina polîtîkayên tayînkirina qeyûman weke gavên ewil dikarin bên avêtin. Yilmaz, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û da zanîn ku meseleya tecrîdê li ser rêya aştiyê astengiyeke mezin çêdike. Yilmaz, diyar kir ku ev 33 meh in ji Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî nayên girtin û ev yek jî qenalên diyalogê dixetimîne. Yilmaz, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêkên min niha vegotin û destûreke bingehîn a sivîl dê di rêya aştiyê de bibe gaveke destpêkê. Divê êdî dest ji destûra bingehîn a ji 12’ê Îlonê ku weke tûrikek pînekirî bûye, bê berdan. Divê ev destûra bingehîn ku yekperestiyê diparêze bê rakirin û cihê wê destûreke bingehîn a sivîl û civakî bê çêkirin. Ev yek dê ji bo aştiyê bibe gavek. Her wiha ji avabûna komarê ve, gelek binpêkirinên mafan ên li dijî kurdan û gelên din hatine kirin hene. Divê ji bo jiholêrakirina van binpêkirinên mafan xebat bên destpêkirin. Dîsa ev 40 salên ku bi pêvçûnan derbasbûyî re gelek qetlîam û kuştinên kiryarên wan nediyar hene, divê berpirsyarên van yekan bên dîtin û mexdûriyeta mexdûran ji holê bê rakirin. Heke em behsa aştiyeke birûmet û civakî bikin divê demildest ev yek bên çareserkirin.”
 
‘JI BO DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ, DIVÊ MESELEYA KURD ÇARESER BIBE’
 
Yilmaz, da zanîn ku ew dê heta pêvajoya aştiyê dîsa dest pê bike nobeda xwe ya aştiyê bidomînin. Yilmaz, bi bîr xist ku ew saziyeke 37 salî ne ku piştî zêdebûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatiye avakirin. Yilmaz, da zanîn ku niha jî ÎHD hatiye wê astê ku li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin dengê xwe bilind dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derketina ji krîza siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê û mijara maf û azadiya kurdan di rêya pêkanîna protokolên navneteweyî re derbas dibe. Dibe ku ev nobeda niha em ji bo aştiyê dikin siberojê biqede, lê em ê ji bo aştiyê xebatên xwe bidomînin. Ji ber ku heke Tirkiye bixwaze ber bi demokratîkbûyîne ve biçe, divê meseleya kurdan çareser bike. Piştî çareserkirina meseleya kurd ya bi rêya demokratîk, Tirkiye dikare ber bi welatekî demokratîk ve biçe.” 
 
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

11/12/2023
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve
16:55 Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn
16:40 ‘Bila girtiyên nexweş ên giran werin berdan’
16:27 Şandeya Navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
16:20 ‘Em ê li pişt daxwazên mafdar ên Dayikên Şemiyê bisekinin’
16:12 Hatîmogûllari: Em ê bikin ku rejîma faşîst paş de gav biavêje
15:47 Li Amedê Meş: Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin
15:43 ‘Heke em bi paşeroja xwe re hevrûnebin, nikarin pêşerojeke baş biafirînin’
14:48 HEDEP: Tunehesibandina kurdî ya Diyanetê munafiqî ye
14:44 Êrişa li dijî Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê hate şermezarkirin
14:33 Aqûbeta bavên xwe yê beriya 31 salan hate windakirin pirsîn
14:08 ÎHD, OHD û Baroya Mêrdînê: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
13:59 Cezayê dîsiplînê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:46 Sancar: Meşa azadiyê tevî astengiyan berdewam dike
13:18 Tirkiye di bombebarana Til Temîrê de 2 zarok û jinek birîndar kirin
13:13 Girtiyê piştî 30 salan hate berdan bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin
12:30 Ji 733 fezlekeyan 512 jê der barê parlementerên HEDEP’ê de ne
11:23 Li Soran sê roj şîn hate ragihandin
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:59 Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin
08/12/2023
20:19 Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin