WAN - Parêzer Erhan Çîftçîler bal kişand ser du biryarên cuda yên ATK'ê yên der barê Makbûle Ozerê de û got ku ev biryar dê rê li ber mirina gelek mirovan veke.
Makbûle Ozer a 81 salî ku piştî 2 sal û mehek cezayê bi îdiaya "alîkairya rêxistinê" lê hatibû birîn hat pesendkirin, di 9'ê Gulana 2022'yan de li navçeya Artemêtan a Wanê hatibû girtin. Lê paşê cezayê wê salekê hatibû taloqkirin û Ozer di 7'ê îlona 2022'yan de hatibû berdan. Piştî salekê jî Saziya Tiba Edlî (ATK) der barê Ozerê de cara duyan rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" amade kir. Bi raporê re ku tijî nakokî ne, fikara dê Ozer cardin bê girtin li raya giştî peyda bû û raya giştî bertek nîşanî vê da. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Wanê dosyeyê ji ATK'ê re şand û xwest car din bê nirxandin. Parêzerê Ozer, Erhan Çîftçîler ku bal kişand ser tenduristiya Ozer û biryarên ATK'ê, wiha got: "ATK heta mirov nêzî mirinê nebe yan jî dema mirinê nêzîk nebe, mirovan di girtîgehê de dihêle."
Parêzer Erhan Çîftçîler
RAPORA 'DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
Çîftçîler anî ziman ku ATK’ê tu carî nirxandineke rast û objektîf nekiriye û wiha got: “Eger kesek ji ber nexweşiya xwe daxwaza berdanê bike divê pêşî ji ATK’ê raporê bigire. Di vê rewşê de ATK wan kontrol dike ka ew kes dikarein di girtîgehê de bimîne yan na. Lê mixabin ATK tu carî van sepanan bi awayekî objektîf nanirxîne. ATK raporê li gorî cureya 'sûc' dide. Herî dawî di doza Makbûle Ozerê de ATK'ê par rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' da, lê îsal jî rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da. Tevî ku nexweşiya wê pêşketibû û di girtîgehê de rastî gelek pirsgirêkan hatibû jî, ev rapor dan wê. Dema ku hûn her du raporan bidin ber hev, hûn ê bibînin ku di warê tibî de cudatiyek tune ye, lê di beşa encamê de gotiye 'dikare bimîne.' Ber heman rapor ji bo Aysel Tûglûkê jî dabû û piştre jî neçar ma ku rapora xwe biguherîne. Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide ji sedî 90’ê girtiyên nexweş ên li girtîgehan. Ên rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' digirin jî, mixabin gava ji girtîgehê derktên jiyana xwe ji dest didin."
BIRYARÊN ATK'Ê
Çîftçîler anî ziman ku di vî warî de nirxandina biryarên ATK'ê ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan e û wiha got: "Heta ku mirov neyê ber mirinê, ATK mirov di girtîgehê de dihêle. ATK' radigihîne ku girtî dikare di girtîgehê de bimîne û lê demeke şûn de cenazeyê wan kesan ji girtîgehê dertên. Berpirsê vê kî ye? Dadgeh jî pabendî rapora ATK'ê ne. Heger ji bo Makbûle Ozerê rapor bihata dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne, dikaribû înfaza li malê an jî rêyeke din bidîta, lê niha piştî rapora pûç tiştek ji destê dozgeriyê nayê. Di biryarên ATK’ê de jî rênîşandanek heye. Dibêje guncav e Makbule Ozer bişînin girtîgeha Tîpa R, lê li Tirkiyeyê li 4 cihan girtîgehên bi vî rengî hene. Bifikirin ku dayika Makbûle li vir hatiye binçavkirin. Dê vê dayikê li wesayiteke rîngê siwar bikin û bibirana Xarpêtê."
‘DÊ RÊ LI BER MIRINA GELEK MIROVAN VEKE'
Çîftçîler diyar kir ku bi biryarên ATK’ê dê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin û wiha berdewam kir: “Pêwîst e pergala ATK’ê teqez di ber çavan re bê derbaskirin. Li vir fakulteya tibê heye û divê ev fakulte biçe girtîgehan û der barê girtiyên nexweş de raporan amade bike. Divê ev karbidestî di destê nexweşxane û bijîşkên serbixwe de hebe. Her wiha em dibînin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan jî veguherîne saziyên înfazê. Mixabin li Tirkiyeyê pergala înfazê hilweşiyaye. Qanûna înfazê veguheriye tiştekî hevnegirtî. Êdî li vir sepandineke zelal nîn e. Lijneyên Îdareyê yên Rêveberiyê erka darazê desteser dikin. Mesela em bêjin, ji ber sûcekî 6 sal ceza li kesekî tê birîn. Ev kes dikare 6 meh an jî 6 salan bimîne. Êdî erka dadgehan nemaye. Li welat statuya cîbicîkirina biryarên dadgehan nîn e. Hemû nirxandinên van panelan subjektîf in. Ma ji girtiyê ku li wir dimîne dikare were pirsîn, 'Hûn dengê xwe didin kîjan partiya siyasî?" Li vir ducezayî heye."
MA / Adnan Bîlen