Partiya Çepên Kesk li Amed û Sêrtê bi rojnamegeran re hate ba hev

  • rojane
  • 14:58 27 Nîsan 2023
  • |
img
AMED/ SÊRT - Partiya Çepên Kesk ji bo balê bikişîne ser oprasyona binçavkirinê ya navenda wê Amedê, li Amed û Sêrtê bi xebatkarên çapemeniyê re hate ba hev. 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û namzetên parlamenteriyê Azad Bariş û Sorgul Aytek Avşar, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, bi xebatkarên çapemeniyê re hatin ba hev. Di çarçoveya hevdîtinê de li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat taştê hate dayîn û gelek xebatkarên neteweyî û herêmî tev li bûn. 
 
'EM HATIN DAWIYA REJÎMA ZEXTÊ’
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Heta ku li welatekî azadiya çapemeniyê nebe, li wî welatî demokrasî nabe. Em hatine dawiya feraseta îktîdarê ya yekperest. Ji bo tunekirina cudahiyên civakê zextekî giran kirin. Ev zext herî zêde jî li çapemeniyê kirin. Em wisa hîs dikin ku ev rejîma zextê ya sedsalî êdî ber bi dawiyê ve diçe. Îktîdar, bi zextên xwe hewl dide rejîmeke nû ava bike. Ev rejîm jî pergala hikûmetê ya serokkomariyê ye. Hemû erk di destê yek kesî de tên komkirin. Mebesta ji vê rejîmê jî ew e ku tevahiya kesên muxalîf, kêmnetewe û nasnameyên etnîkî yên cuda bêdeng bikin. Piştî vê pêvajoyê, girtîgeh tije bûn. AKP kengî hatibe herêmê her tim mizgîniya avakirina girtîgehan da. Ji ewil jî rojnameger, zanyar û siyasetmedar xistin van girtîgehan. Em ji bo avakirina komara demokratîk têdikoşin û hewl didin vê rejîma zextê ji holê rakin.” 
 
'AMED DÊ TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NEBE’
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy jî wiha got: “Tirkiye ketiye qonaxeke dîrokî. Ev der bûye sembola înkara sedsalî û berxwedana sedsalî. Lewma peyama xelkê Amedê girîng e. Di hemû anketan de Amed weke bajarekê nedilşad xuya dike û sedema vê jî îktîdar e. Xelkê Amedê dê teslîmî vê îktîdara faşîst nebe. Tevî hemû êriş û operasyonan jî dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
'EM Ê DEV JI RÊYA XWE BERNEDIN’
 
Ji namzetên parlamenteriyê Sorgul Aytek jî di hevdîtinê de anî ziman ku her roj bi zexteke girantir hişyar dibin û wiha derbirî: “Li ser serê me zext û zordestî heye. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Îro zimanê me qedexe ye û di bin zextê de ye. Em ji bo zimanê xwe têdikoşin. Em ê li hemberî hemû polîtîkayên zextê yên îktîdarê bisekinin. Çi bikin jî em ê dev ji rêya xwe bernedin.” 
 
'HEKE AMED BI SER KEVE DÊ TIRKIYE BI SER KEVE’
 
Di hevdîtinê de namzetê parlamenteriyê Azad Bariş jî wiha axivî: “Îktîdar destwerdanê li hemû qadên girîng bike. Ev operasyon ne tenê li dijî me, li dijî demokrasî û azadiyê hatiye kirin. Divê her kes dengê xwe derxîne. Zextên li ser çapemeniyê nayên qebûlkirin. Em ji bo azadî û demokrasiyê li vir in. Heke ev der bi ser keve dê Tirkiye bi ser keve.” 
 
SÊRT 
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê û namzetên parlamenteriyê bi xebatkarên çapemeniya herêmî re hatin ba hev. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Eşref Tekîn, Hevseroka HDP’a Sêrtê Hatîce Tay, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, namzetên parlamenteriyê Tuncer Bakirhan, Sabahat Erdogan Saritaş û Abdullah Çetîn tev li hevdîtinê bûn. 
 
Di hevdîtinê de Tuncer Bakirhan anî ziman ku rewşa aboriyê ya welêt xerab e û ji hêla demokrasiyê ve baş nayê birêvebirin. Bakirhan, wiha domand: “Xelk di nava tirsê de ye û li bendê ne bê ka dê kengî li deriyê wan bê xistin. Gelo ma çi ji vê îşkenceyê mezintir e? An tu dê bibî alîgirê rejîma yekzilamî an jî dê bibî dijmin.”
 
Ji namzetan Abdullah Çetîn jî ev tişt anî ziman: “Partiya Çepên Kesk ne tenê li Sêrtê lê li her devera Tirkiyeyê bo ciwanan, jinan, ekolojîstan, femînîstan û her derdorên civakê bûye hêvî. Em li qadê û di xebatên pratîkî de vê hêviyê dibînin.” 
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye