Li Tetwanê mitînga bi coş û peroş: Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin

  • rojane
  • 11:44 27 Nîsan 2023
  • |
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga bicoş a Tetwanê de axivî û got: “Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî got: “Derdek vî welatî heye ew jî ev îktidar e. Em ê we bişînin.”
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li navçeya Tetwan a Bedlisê bi dirûşmeya “Dîsa Em” mitîngê li dar xist. Mitîng li Qada Fûarê hat lidarxistin û qad bi mitîngên partiyê hat xemilandin. Welatî ji du noxteyên kontrolê derbasî qadê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser rêya bejahiyê ya Tetwan û Wanê; Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li ser rêya Bedlîs-Tetwanê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Konvoyên wesayîtan ku Bûldan û Bayindir di nav de bûn pişt re hatin qada mitîngê. Hevserok li vir bi coş û peroşekî ezamet ji aliyê girseyê ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Di mitîngê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û piştre Bayindir û Bûldan axivîn. 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Nûrdan Îlbasan diyar kir ku ew bi îktidarek faşîst re rûbirû mane û ew ê di 14’ê Gulanê de bibin terefê serkeftinê. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Bedlîsê Huseyîn Olan, Semra Çaglar Gokalp û Enver Balîn derketin ser dikê û girseyê silav kirin. Girseyê bi dilgermî namzetan pêşwazî kir. 
 
BAYINDIR: VÎ GELÎ SERÎ NETEWAND 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: 
 
Ciwan û jin bi biryar in ku wê vê îktidarê bişînin. Bi sedsalan e Bedlîs navenda siyaseta kurd e. Wê ev îktidara AKP’ê jî bi saya we hilweşe û têk here. Îktidara AKP-MHP’ê îktidara înkarê ye. Îktidara înarkirina kurdî ye. Em ê vê zîhniyetê hilweşînin. Ev îktidar ne ji bo gelê kurd e. Ev îktidara tunehesibandina gelê me ye. Em ê hesabê vê yekê ji wan bipirsin. Tu tiştek di destê wan de nemaye. Tenê kuıştin û tasfiyekirin di destê wan de maye. Hevalên me kirin binçavan. Em ji Beslîsê gazî dikin; vî gelê serî netewand û wê netewîne. 
 
 
'EM Ê GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN’ 
 
Em ji bo azadiyê têdikoşin. Bedlîs bajarê aştî û azadiyê ye. Hemû dinya li ser pirsgirêka kurd diaxive. Ev pirsgirêk heye. Lê ev îktidar gelê kurd û pirsgirêka wan înkar dike. Çareseriyê naxwazin. Heke hûn çareseriyê qebûl nekin, hûnê hilweşin. Lewma ev hilbijartin gelek girîng e. Ev hilbijartin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd pir girîng e. Berpirsiyarî dikeve ser milê me. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Dixwazin destwerdanê li hilbijartinê bikin. Lê çi dikin bila bikin wê gelê me bi ser bikeve. Em ê di 15’ê Gulanê de li Kurdistanê govenda azadiyê bigerînin.” 
 
BÛLDAN: DEMOKRASÎ: 3, FAŞÎZM: 0
 
Paşê jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derket ser dikê û xîtabî girseyê kir.
 
 
Axaftina Bûldan wiha ye: 
 
“Ji bo em îro li Tetwanê ne em serbilind in. Nemaze ez silav û hezkirinên xwe pêşkêşî jinan dikim. Berê di mitîngên Bedlîsê de jin nebûn, îro jin li refên pêş in. Li Bedlîsê 3 namzetên me hene. Namzetên me ewilî emanetî Xwedê ne û paşê jî emanetî we dikim. Em wisa bi bawerin em ê li vir her sê parlamenteran jî derxin. Çimkî em ji gelê Bedlîsê bi bawer in. Wê xwedî li îradeya xwe derkevin. 
 
Min viya li Colemêrgê got. Ez dixwazim li vir jî bêjim. Demokrasî: 3, faşîzm:0. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin û demokrasiyê bînin. Em ê hemû bi hev re renge Partiya Çepên Kesk li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Wan komploya danî pêşiya me me. Doza girtinê li partiya me vekirin. Dixwazin siyaseta me asteng bikin. Heke li cem wan pêngav hebin helbet li cem me jî hene. Jibo em vê faşîzmê têk bibin û îktidarê biguherînin em têdikoşin. 
 
EM Ê QESRA WAN ZIVISTANÊ BIKIN MUZE 
 
Li her cihê me diçinê karker, cotkar, dikandar û jin mexdûr in. Çima? Çimkî hemû çavkaniyên vî welatî didin alîgirên xwe û didin çeteyên xwe. Da ku îktidara xwe biparêzin. Ev gel ne di xema wan de ye. Gelê Bedlîsê ne di xema wan de ye. Yek ji bajarên herî ku feqîrî lê heye Bedlîs e. Wan li vir razameniyek kir, Ew jî li Xelatê qesra zivistanê çêkirin. Tekane razameniya wan qesra zivistanê ye. Em ê çi bikin; em ê qesra wan zivistanê veguherînin muzeyê. Ev jî bila soza me be. 
 
ROLA CIWANAN GIRÎNG E 
 
21 sal in her ku diçe vî welatî feqîr dikin. Dema em roja 14’ê Gulanê çûn ser sindoqê em destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û wisa raya xwe bikar bînin. Êdî em neçar in ku AKP’ê ji ser sehneya siyasetê paqij bikin. 
 
Li Bedlîsê ciwan û jin betal in û pirsgirêkên we ne di xema îktidarê de ye. Siberoj û xeyalên ciwanan şikandine û dizî ne. Em bi zîhniyetek wisa re rûbirû ne. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê ciwanên dê nû rayên xwe bikar bînin. Ciwanên hêja yên ku vê îktidarê biguherînin hûn in. Ciwanên hêja rayên we ji her tiştî bi qîmetir e. Teqez divê ew deng ji Çepên Kesk re biçe. 
 
EM Ê WE BIŞÎNIN 
 
Bêguman wê gelê Bedlîsê di 14’ê Gulanê de bersiva vê îktidarê bide. Tu gumana me ji vê nîne. Çimkî derde gelê Bedlîsê heye. Çimkî gelê Bedlîsê wek te di qesr û qonaxan de rûnanê. Derdek vî welatî heye ew jî îktidara we ye. Em ê we bişînin. 
 
AQILMENDA WAN ÇÎLLER E 
 
Radibe û rûdinê dibêje, ‘xwecihî û milî’. Ji bilî vê tu gotinê nake. Tifaqa wan tifaqa Texsiyên Spî ne. Tifaqa wan dijminatiya gelê kurd dike û dixwazin siberoja gelê kurd tarî bikin. Di du rojên dawî de bi sedan hevalên me kirin binçavan. Dema van operasyonan dikin, aqilmendek wan heye. Dema we vê operasyonê kir, we ji aqilmenda xwe Tansû Çîller bipirsiya. Gelo ka di serdema herî tarî de di dema kiryarên nediyar de ev têkoşîn û ev partî mezin bû an nebû. Wê Tansû Çîller ji we re qal bikira. Ji ber ku aqilmenda wan Tansû Çîller e em pêşniyaz dikin ku pê bi şêwir in. 
 
BEHSA ÇEPÊN KESK BIKIN 
 
Em soz didin we; em ê demokrasî, aştî û edaletê bînin vî welatî. Teqez em ê hesabê hemû xerabiyên vê îktidarê di 14’ê Gulanê de di sindoqan de bipirsin. Gelê me yê hêja, dema hûn çûn ser sindoqê bila Çepên Kesk ji bîra we dernekeve. Divê teqez hûn ji kal û pîrên me ku xwendin û nivîsandina wan nîne re behsa Partiya Çepên Kesk bikin.”  
 
Mitîng li ber şahiya muzîkê bi dawî bû. 
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye