Ji bo mitînga Pirsûsê banga tevlibûnê: An em ê serbikevin an em ê serbikevin

  • rojane
  • 10:43 27 Nîsan 2023
  • |
RIHA - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk, ji bo mitînga di 28’ê nîsanê de li navçeya Pirsûsê were lidarxistin banga tevlibûnê kir û wiha got: “An em ê serbikevin an em ê serbikevin.”
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên ji bo mîtînga ku dê di 28’ê nîsanê de li navçeya Pirsûs a Rihayê li dar bixin didomîne. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayyîp Temel û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Rihayê wê beşdarî mîtînga ku wê li kêleka Otoparka Emîn a 7 a li ser Rêya Sûmakê pêk were, bibin. 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê ji bo mitînga ku dê di 28’ê nîsanê saet di 16.30’an de were lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar, bal kişand ser Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike û wiha hate gotin: “Em 2 sal in têkoşîna edaletê didomînin. Em ê têkoşîna xwe veguhêzin Meclisê. Em bi Partiya Çepên Kesk li her derê Rihayê têkoşîna xwe ya edaletê didomînin. Em li benda gelê xwe ne ku beşdarî mitînga ku bi tevlibûna Hevserokê me yê Giştî Mîthat Sancar were lidarxistin bibe.”
 
Dîlan Kûnt Ayan jî wiha got: “Rihayiyên rêzdar 14’ê Gulanê ji bo me hemûyan pir girîng e. Em ê di vê dîrokê de mil bidin mil û em ê ji bajarê xwe li welatê xwe bi hev re van blokên tifaqê yên qirêj bişînin. Duh min serdana Leyla Guven a bi awayekî dijhiqûqî hatiye girtin kir. Baweriya xwe ya serkeftinê ragihand. Em bi vê wesîleyê hemû gelê xwe vedixwînin mitînga ku em ê di 28’ê nîsanê de li Pirsûsê li dar bixin.”
 
Namzetê parlamenteriyê Bulent Aşa jî diyar kir ku mîtîn li dijî “Tifaqa Nemrûdî” bersiveke û wiha axivî: “Wê mitîng ji hemû binçavkirinên di demên dawî de hatine kirin re bibe bersivek. Em hemû gelê Rihayê, karkeran, kedkaran, ciwanan, jinan vedixwînin mitînga xwe.”
 
Nêrgiz Çîgdem Karakeçîlî jî wiha got: “Em ê bibin dengê têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar li dijî bêedaletiyê dide. 28’ê nîsanê roja înê em hemû ciwan û jinan vedixwînin mitînga xwe ya Pirsûsê.”
 
Halîl Çay jî wiha axivî: “14’ê gulanê roja ku em biçin ser sindoqan û ji vê krîza aborî re bêjin bes e ye. Di vê çarçoveyê de hemû gelê me vexwendî mitînga me ya li Pirsûsê were kirine.” Aliye Kizildamar jî wiha got: “Me îro careke din dît ku jin ji her demê bêhtir bi biryar in. Civak wê bi jinan re azad bibe. Mexdûrên herî mezin ên vê pergalê jin in. Jin nikarin berdelê keda xwe bigirin. Kedeke jinan a nayê dîtin heye. Jin rastî tundî û tacîzê tên. Ji ber wê jin wê teqez vê pergalê biguherînin. Ji bo ku biguherînin, veguherînin azadiyê ava bikin hemû jinan vedixwînin mitînga ku em ê di 28’ê nîsanê de li Pirsûsê li dar bixin.”
 
Yek ji namzetan Bawer Gul jî bi gotina “Em tên ku pergala edaletê ya riziyayî şîn bikin” gelê Rihayê vexwend mitîngê. Ferhat Beyaz jî wiha got: “Weke ku 21 sal in nikarin bi rê ve bibin di erdhej û lehiyê de jî nikarin bi rê ve bibin. Ji bo bersiva van were dayîn em bang dikin ku gelê me di 14’ê gulanê de dengê xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin. Di vê çarçoveyê de em li benda gelê xwe ne ku tev li mitînga me bin. An em ê serbikevin an em ê serbikevin.”
 
Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê me wê bi coşek û hêzeke mezin xwedî li vîna xwe derkeve û diyar kir ku di vê çarçoveyê de tevlibûna mitînga di 28’ê nîsanê de were lidarxistin girîng e û wiha got: “Ji bo em encamên di 14’ê Gulanê de diyar bikin tevlibûna mitîngê girîng e. Em ê bi hev re weke yek dengî xwedî li siyaseta demokratîk derkevin. Ji bo ev siyaseta qirker ji holê rabe, tecrîd were rakirin hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê.”
 
MA / Omer Akın

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye