Gelo Dêrsim ji bo erdhejê amade ye?

  • rojane
  • 10:27 27 Nîsan 2023
  • |
img
DÊRSIM - Li Dêrsimê 3 zonên fayê derbas dibin û li gel ku naçeya Pilemûriyayê dikeve ber Zona Fayê ya Bakurê Anatoliyayê ya bi dirêjiya 75 km’an jî heta niha tu tevdîr nehatine girtin. 
 
Yek ji bajarên ku xetereya erdhejê herî zêde li ser jî Dêrsim e. Zona fayê ya 3’yemîn li herêmê heye û her wiha li navçeyên Çêrme ya Çewligê, li navçeya Çimîn a Erzînganê û li navçeya Pilemûriya ya Dêrsimê jî xetên fayê yên çalak hene. Qismekê Zona Fayê ya Bakurê Anatoliyayê ku bi dirêjiya 75 kîlometreyan e, qismekê navçeya Pilemûriyayê jî digire nav xwe. 
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Odeya Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Dêrsimê Ugur Beycan, têkildarî amadekariyên ji bo erdhejê û xetereyên heyî axivî. 
 
‘EFÛYÊN ÎMARÊ JI BO HILBIJARTINÊ HATIN KIRIN’
 
Beycan, diyar kir ku erdhej êdî ketine rewşeke domdar û wiha got: “Lê Tirkiye di ezmûna erdhejan de bi ser neket. Ji demên berê heta niha erdhejên Golcuk a Erzînganê û yên Wanê û gelek karesatên lehiyan çêbûn. Em bi awayekî sîstematîk tevdîran nagirin, xweza û zanistê esas nagirin. Ji vê hêlê ve em xwedî feraseteke ku zanist û rastiyê esas digirin nînin. Em Erdheja Mereşê weke ‘karesata sedsalê’, ‘Terkexemiya Sedsalê’ pênase dikin. Ji ber erdhejan me bi milyonan kes winda kirin. Bi hezaran kes jiyana xwe bûn. Windahiyên mezin ên aboriyê çêbûn. Ji saeta erdhej çêbûy heta mercên demsalê, tevekan jî bandoreke mezin kir. Ya ku rê li ber ewqas neyîniyan vekirî jî polîtîkayên îmarê, efûyên îmarê û hwd. bûn. Erdhejê bandor li Dêrsimê jî kir.” 
 
‘RASTIYEKE ERDHEJÊ HEYE’
 
Di berdewamê de Beycan anî ziman ku li Dêrsimê rastiyeke erdhejê heye û wiha domand: “Xetên fayê yên ku tê payîn dê bişikên hene. Divê tavilê bo erdheja Dêrsimê tiştên şênber bên kirin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl, sazî, rêxistinên pîşeyî û saziyên cemaweriyê xebatan bikin. Di rojên 4 û 5’an en erdhejê de TMMOB û TBB’ê protokolek îmze kirin. Me jî di çarçoveya vê protokolê de li ser Baroya Dêrsimê komîsyonek ava kir. Tişta ji ewilî em ser sekinîn jî li ser stoka avahiyan me dest bi xebatên tektîkên başkirinê û guherandinê kir. Başkirineke erdhejê ya ji 32 xalan pêk tê derket holê. Me ev mewzûat jî pêşkeşî Meclisa Şaredariya Dêrsimê kir. Têkildarî vê mijarê niha xebateke cemaweriyê tê kirin. Piştî erdhejê, Lijneya Konseya Erdhejê bi awayekî fiîlî hate avakirin. Em ê di demekî herî nêz de bidin bicihkirin.” 
 
‘FIKARÊN ME YÊN MEZIN HENE’
 
Herî dawî jî Beycan ev tişt anî ziman: “Divê avahiyên birîsk ên Dêrsimê bên tespîtkirin. Di halê hazir de stokeke avahiyan a Dêrsimê heye. Divê ev stok derkeve pêş. Li ser vê divê avahiyên birîsk bên tespîtkirin û hilweşandin. Li Dêrsimê derdora 3 hezar û 500 avahî hene. Ji sedî 60’ê van jî avahiyên kevnin. Gelemperiya van avahiyan jî li taxên Ataturk û Cumhuriyetê ne. Fikarên me yên ji bo van taxan pir zêde ne. Taxên li navenda Dêrsimê hêj kevintir in. Ev jî teqabûlî ji sedî 30-40’ê dike. Ev hejmar, hejmareke zêde ye. Fikarên me mezin in. Her wiha sûka navenda Dêrsimê û taxên wê di bin xetereyeke mezin de ne. Piştî erdhejê me bi rêxistinên civaka sivîl, baro û şaredariyan re ‘mewzûata erdhejê’ amade kir. Lê ev bi tena serê xwe bas nake. Dê xebatên me bidomin. Em dixwazin ev xebat civakî bibin. Ji ber tayînên bêliyeqet di erdhejê de gelek saziyên cemaweriyê bêbandor bûn. Lê saziyên me girîngî didin liyeqatê û em ê pirsgirêkên heyî daxînin astekî herî kêm.” 
 
MA / Zerrîn Sargut
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye