'Gelê Semsûrê li dijî desthilatdariyê bi bertek e'

  • rojane
  • 09:04 27 Nîsan 2023
  • |
img
 
SEMSÛR - Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Îzzet Karadag bi lêv kir ku piştî erdhejê du rojan haya kesî ji Semsûrê tune bûye û got: "Gelê Semsûrê jî dibêje, şeredariyê û desthilata AKP'ê em ji bîr kirin. Ji ber wê jî gelê Semsûrê bi bertek e."
 
Partiya Çepên Kesk ku wê di 14'ê Gulanê de biçe hilbijartinê li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê ku bi 5 parlamenterên xwe yên bajêr ve her tim di nav maxdurên erdhejê de li ser pirsgirêkên wan û çareserkirina pirsgirêkên bajêr disekinin jî li navçe, gund û taxên Semsûrê xebatên xwe bê navber didomînin. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Îzzet Karadag ku ji roja erdhejê ve di nav gel de ye û bi pirsgirêkên wan ve eleqedar dibe piştî ku bû namzetê parlamenteriyê jî ji bo pirsgirêkên mexdûrên erdhejê di Meclisê de bîne ziman her tim li cem wan e û li ser pirsgirêkên wan disekine. 
 
Îzzet Karadag ku tekildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê ji ajansa me re axivî bi lêv kir ku ew ji bo pirsgirêkên gel wê biçe Meclisê. 
 
JI ROJA ERDHEJÊ VE DI NAVA GEL DE NE
 
Karadag bi lêv kir di destpêka erdhejê de maseya krîzê ava kirine û li Semsûrê hewldane xwe bigihînin gel û alîkariya wan bikin. Karadag anî ziman ku alîkariya wan a ji bo mexdûrên erdhejê deng vedayê li her derê û wiha got: "Li bajarên Kurdistanê û heta Stenbolê hevalên me yên dillxwaz hatin û alîkariya me kirin. Lê her wiha li dijî van alîkariyên me jî astengî û zext hebûn. Lê tevî van zext û astengiyan me alîkariya gel kir û hê jî alîkariya me ya mexdûrên erdhejê yên Semsûrê berdewam dike." 
 
‘EM Ê JI BO AVAKIRINA BAJÊR BIXEBITIN’
 
Karadag diyar kir ku ji ber alîkariya wan a mexdûrên erdhejê di nav gel de jî bi çoş tên pêşwazîkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Partiya Çepên Kesk di nav gel de jî deng vedaye. Wêraniyek mezin heye. Lê bajarên ku xirab bûne meriv dikare ji nû ve ava bike. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi budçeyekê heye. Ji ber wê jî heke em biçin Meclisê ji bo ji nû ve avakirina bajêr û çareserkirina pirsgirêkên mexdûrên erdhejê em ê bixebitin."
 
'GELÊ SEMSÛRÊ BI BERTEK E'
 
Karadag destnîşan kir ku piştî erdhejê desthilata AKP-MHP'ê êdî nikare li Semsûrê deng bixwaze û wiha got: “Em li tax û gundan digerin, em ji gelê Semsûrê vê yekê dibihîzin; erdhejê tesîrek mezin li ser Semsûrê kir lê heta 2 rojan haya kesî ji Semsûrê tune bû. Gelê Semsûrê jî dibêje, şeredariyê û desthilata AKP'ê em ji bîr kirin. Ji ber wê jî gelê Semsûrê bi bertek e."
 
'PARTIYA ME DENG VEDAYE’ 
 
Karadag bi lêv kir ku ew hemû pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewînin û wiha axivî: "Me bernameya xwe ya hilbijartine eşkere kir. Di wê bernameyê de daxwazên ciwanan, jinan, rênçberan, cotkaran, ekolojîstan û yê hemû kesan aniyê ziman. Me çareseriya xwe ya ji bo pirsgirêkan jî eşkere kir. Yanî baweriyek di nava gel de çêbû ye. Tevî ku Partiya Çepên Kesk wê nû bikeve hilbijartinan jî di nav civakê de deng vedaye, em diçin ku dibêjin em partiyê nas dikin.” 
 
'JI BO ÇARESERKIRINA HEMÛ PIRSGIRÊKAN…'
 
Karadag di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên civakî yên diqewimin û got: "Li Kurdistanê û Tirkiyeyê, pirsgirêka gelê kurd, civaka elewî, karker û jinan li ser hev mezin bûne û bi qasî çiyayekî bûne. Em jî ji gel re dibêjin ku ev pirsgirêkên heyî yên me hemûyan e. Hûn çi dixwazin em jî wê dixwazin. Parlamenterî jî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye. Ji ber wê jî em ji gelê xwe re dibêjin bila hezeke mezin bidin me ku em bikaribin van pirsgirêkan di Meclisê de çareser bikin. Em û gelê xwe bi hev re em ê van pirsigrêkan çareser bikin. Zimanê kurdî qedexe ye, ziman jiyana gel e ji ber wê jî divê êdî mafê ziman di qanûnan de cih bigire. Her wiha pirsgirêka baweriyan jî heye, divê hemû bawerî jî di qanûnan de cih bigrin."
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye