Rêxistinên civaka sivîl: Dê kes nekare rê li ber vîna gel bigire

  • rojane
  • 14:48 26 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî binçavkirinên navenda wan Amedê dan û gotin ku dê tu kes nekare rê li ber vîna gel bigire. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî binçavkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran hatin kirin, li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Muxalîf, parêzer, siyasetmedar û gelê kurd nayê krîmînalîzekirin” hate vekirin. Endam û nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk, Alinterî, Partiya Şoreşger, Karala, Federasyona Şoreşgerên 78’an û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Enqereyê parêzer Nîlay Nayman axivî. 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NEYÊ SEKINANDIN’
 
Nayman, “Çawa ku polîtîkayên şer ên bi dehan salaye li dijî gelê kurd tên kirin nekarîbin gelê kurd bêdeng bikin, dê îro jî nekarin bêdeng bikin. Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, îktîdar hewl dide bi dijwarkirina faşîzmê gel bitepisîne. Lê tiştek ji ber hizra wan diçe ku ew jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel bi van êrişan dê neyê sekinandin. Biryara bisînorkirinê ya dosyayên lêpirsînan di salên dawî de êdî bûye sepaneke asayî. Serhat Eren li Amedê bi îşkenceyê hate binçavkirin û bi saetan tu agahî jê nehatin girtin. Heta nehat zanîn bê ka li ku tê ragirtin. Piştî 10 saetan agahî jê hate girtin û parêzer pê re hevdîtin kir. Her wiha parêzerê rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin Resûl Temûr jî hate binçavkirin. Di lêgerîna bûroya Temûr de agahî û belgeyên pîşeyî jî li dosyaya wî hatine zêdekirin.” 
 
'XEBATÊN DEMOKRATÎK HATIN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
 
Bi domdarî Nayman diyar kir ku wezîrê karên hundir demekî kin piştî operasyonê daxuyanî daye û wiha pê de çû: “Bi daxuyaniya xwe li xwe mikûr hat ku fermanê didin darazê. Karîneya bêgunehiyê ya şexsan binpê kir û xebatên qanûnî û demokratîk krîmînalîze kir. Ev êrişên li dijî mafê agahîgirtinê, mafê parastinê, xwe birêxistinkirinê û azadiya xweîfadekirinê hatine kirin nîşan didin ku îktîdara siyasî darazê weke çoyekî bi kar tîne.”
 
'DIVÊ WEKHEVIYA PROPAGANDAYÊ PÊK BÊ’
 
Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Vedat Bulut jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê rapora AGÎT’ê hate weşandin û ji ber neafirandina mercên hilbijartineke adilane rexne hatin kirin. Ji ber ku parastina sindoqan û bikaranîna dengan nayê wateya hilbijartineke adilane. Divê wekheviya propagandayê hebe, şexs bi awayeke azad bikarin namzetiyên xwe eşkere bikin û polîtîkayên xwe bi civakê re parve bikin.” 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ
 
Li ser navê Federasyona 78’iyên Şoreşger jî Ahmet Tellî axivî û got ku ev bûyerên gefxwarinê zêdetirî 40 sal in tên kirin û ev bang kir: “Li dijî van hewldanan divê em hêzên xwe bikin yek. Divê em liv û tevgerên xwe yên birêxistinkirî mayinde bikin.” 
 
Li ser navê Alinteriyê jî Zarîfe Çamalan axivî û ji ber bêdengiya Tifaqa Milet bertek nîşan da. 
 
DENÎZLÎ
 
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Denîzliyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û êriş protesto kirin.
 
Hevseroka HDP’a Denîzliyê Şerîfe Yildirim diyar kir ku ew bi sedema êrişa îktîdara AKP’ê û daraza di bin kontrola wê de baş dizanin û wiha axivî: “Armanca vê operasyonê dizîna sindoqan û vîna gel e. Li dijî civakê û tercîhên wê yên siyasî gefek e. Banga me ya ji bo her kesên dixwazin ev pergala gef û şantajan bi dawî bibe û hesaba bêhiqûqiyên heta niha bên pirsîn ew e ku helwesteke eşkere nîşan bidin. Divê li şûna her kesê hatiye binçavkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes li berpirsyartiya xwe rabin û xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyê tev li têkoşîna çalak bibin.” 
 
ANTALYA
 
Şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yên Antalyayê jî têkildarî mijarê li Qada Attalosê daxuyanî dan. Namzeta parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan, rêxistina HDP’a Antalyayê û gelek kes jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta “Dawî li binçavkirinên siyasî bînin” vekirin û gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin. 
 
Daxuyanî ji Şaxa ÎHD’a Antalyayê Nesîbe Bahadir ve hate xwendin. Bahadir, got ku nayê zanîn bê ka binçavkirî bi çi tên tawanbarkirin û haya wan ji delîlan tune ye. Bahadir, anî ziman ku daraz li dijî kurdan û muxalefetê weke çoyek tê bikaranîn û wiha got: “Weke şaxên ÎHD û ÇHD’ê yên Antalyayê em bi tu awayî krîmînalîzekirina parastvanên mafan, parêzeran, çapemeniya kurd û tacîza darazê qebûl nakin. Divê temamiya binçavkiriyan tavilê werin berdan.” 
 
MÊRSÎN 
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê jî bi heman boneyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Metna daxuyaniyê ji hêla Cejna Sarûhan ve hate xwendin. Sarûhan, binçavkirina rojnameger, hunermend, siyasetmedar, hiqûqnas û sendîkavanan weke “darbe” pênase kir û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî van êrişan li ber xwe bidin û serî netewînin. Bedela wê çi dibe bila bibe, em ê her tim li dijî neheqiyê bisekinin. Ji bo ku binçavkirî tavilê bên berdan, divê hemû hêzên civakî bi hev re têbikoşin. Banga me ji bo her kesî ew e ku bibin yek, dawî li vê rejîma qirkirina çandî bînin û bi hev re azad bijîn.” 
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye