Bi 100 hezar dilxwazî re dê li 81 bajaran hilbijartinê bişopînin

  • rojane
  • 11:08 26 Nîsan 2023
  • |
img
STENBOL - Cîgira Serokê Komeleya Ray û Jê Wêde (Oy ve Ötesi) Hande Tûran diyar kir ku ji bo ewlehiya sindoqan ew ê di 14’ê Gulanê de bi 100 hezar dilxwazî re ji sindoqan daneyan berhev bikin û li 81 bajaran sindoqan biparêzin. 
 
Komeleya Ray û Jê Wêde (Oy ve Ötesi Derneği) di 24’ê nîsana 2014’an de hatiye damezrandin. Ev bû 8 hilbijartinan dişopîne. Komeleyê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê jî dest bi perwerdehiya karûbarên hilbijartinê kir. Komele dibêje ku ew ê bi 100 hezar dilxwazî re li ser sindoqan amade bin. 
 
Komele daniye pêşiya xwe ku li 11 bajarên ku erdhej lê qewimî xebatek taybet ji bo hilbijartinê bi rê ve bibin. Cîgira Serokê Komeleyê Hande Tûran têkildarî xebatên amadekariyên hilbijartinê agahî dan û da zanîn ku erdhejê bandorê li ser xebatên wan jî yên hilbijartinê kiriye û lewma demek neçar mane xebatên xwe rawestînin û ji ber vê yekê xebatên wan dereng dest pê kirin. 
 
DÊ HILBIJARTINA 9’EMÎN BIŞOPÎNIN
 
Tûran diyar kir ku nêzî mehek û nîv e li qadê xebatek çalak bi rê ve dibin û di 14’ê Gulanê de dê hilbijartina 9’emîn bişopînin û ew di vî warî de xwedî tecrûbe ne. 
 
Tûran bi bîr xist ku yek ji cudahiyên hilbijartina îsal zêdebûna dengê 6 milyon ciwanên nû ye û wê rol û rista ciwanan di sindoqan de bi bandor be û çarenûsa hilbijartinê diyar bike. 
 
DÊ GIRÎNGIYÊ BIDIN HERÊMÊN ERDHEJÊ 
 
Tûran anî ziman ku ew ewilî cih didin bajarên ku erdhej lê qewimîne û bêtir wê hêza xwe li van bajaran bicih bikin û roja hilbijartinê bixebitin. Tûran got li herêmên erdhejê çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin. 
 
ARMANC 100 HEZAR DILXWAZ IN 
 
Turan destnîşan kir ku modula wan a perwerdeyê ya serkeftî heye û perwerdeya wan dest pê kiriye. Turan destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de armanca wan ew e ku bi 100 hezar dilxwazî re li ser sindoqan bin û derbarê xebatên xwe de ev tişt got: “Em dibêjin hedefa me 100 hezar dilxwaz e, lê pir girîng e ku 100 hezar dilxwaz perwerde bibin. Em girîngiyê didin perwerdehiya rûbirû, ji ber ku em dikarin di wê kêliyê de bersiva pirsan bidin, wan motîvetir bikin û em careke din xurtbûna bi hev re bûnê hîs dikin. Di roja hilbijartinê de em ê li qadan bin, niha li her bajarek Tirkiyeyê dilxwazên me hene. Di dawiya hilbijartinê de em ê dane ango girtekan berhev bikin û bi sepana xwe bişînin navenda xwe. Em ê bi daneyên YSK'ê re bidin ber hev û cudahiyên herî biçûk jî ji partiyên siyasî re ragihînin da ku ew jî pêvajoya îtirazê bixin dewrê.” 
 
DÊ LI 81 BAJARAN BIN 
 
Turan bal kişand ser dilxwazên komeleya wan ku dê cara ewil li 81 bajaran nobedê bigirin û ew dixwazin ne tenê li bajaran, li navçeyên 81 bajaran jî li ser sindoqan bin. Turan wiha got: “30 hezar dilxwazên me hene, her roj kesên nû li me zêde dibin. Hêjmara parêzeran nayê zanîn lê gelek parêzerên me hene. Bi taybetî li Enqere, Stenbol, Eskîşehîr, Edene û Mêrsînê gelek parêzerên me hene. Em hewl didin bi awayekî herî bi bandor parêzer li qadan bin. Em ê muşahît û hiqûqzanên xwedî tecrûbe jî li navendên bangan bi cih bikin. Di vê hilbijartinê de ewlehiya sindoqan pir girîng e. Çimkî dê ev hilbijartina çarenûsa duyemîn sedsala Tirkiyeyê diyar bike.” 
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye