Dêrsim Dag: Kurd dê qedera Stenbolê û Stenbol jî dê ya Tirkiyeyê diyar bike

img

STENBOL - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma 1’emîn a Stenbolê Dêrsim Dag diyar kir ku dê kurd qedera Stenbolê û Stenbol jî qedera Tirkiyeyê diyar bike. 

 
Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin demekî kin ma. Nifûsa Stenbolê 15 milyon û 840 hezar e û 11 milyon û 350 hezar û 969 kes dê dengê xwe bidin. Bi vê rêjeyê jî dê qedera hilbijartinê diyar bike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên sala 2018’an de nêzî milyonek û nîva dengan stand. Partiya Çepên Kesk jî hewl dide rêjeya dengên xwe du qet zêdetir bike. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Herêma 1’emîn a Stenbolê Dêrsim Dag têkildarî hilbijartinê bi ajansa me re axivî. 
 
Dêrsim Dag anî ziman ku heta 18 saliya xwe li Stenbolê jiyaye û wiha got: “Li vî bajarî hîn bûm ku kurd im. Li vir hînî siyasetê jî bûm. Ji bo zanîngehê çûm Kurdistanê û 4 salan min li Mêrdînê xwend. Piştre li Amedê weke wekîl hatim hilbijartin û 5 salan li wir mam. Vegera min a li Stenbolê bû vegera li zarokatiya xwe. Ji ber ku li vir bûm parçeyeke siyasetê. Min li vî bajarî xwe nas kir û niha li cihê min dest pê kiribû me. Bi milyonan kurd li vir dijîn û bi kurdî diaxivin. Bi salan di nav wan de jiyam û dema diçim serdana wan, weke keseka ji wan bim pêşwazî dikin. Di nav wan de mezin bûm û ya ku Dêrsim kiriye Dêrsim jî ew in. Bi hezaran malbatan re me heman qeder jiya. Her malbat heta dawiyê deriyên xwe li ber te vedike û tu xwe weke keseka ji wê malbatê dibînî. Dema min jî dest bi dibistanê kirî min bi kurdî nedizanî. Hevalên min jî wisa. Min çavên xwe bi vê têkoşînê vekirin û vaye ez hatim 26 saliya xwe û hêj di nava têkoşînê de me.” 
 
Dêrsim Dag
 
‘STENBOL DÊ QEDERA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE’
 
Bi domdarî Dag anî ziman ku Stenbol mezintirîn bajarê Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Bi milyonan kurd li vir dijîn. Qedera hilbijartina Stenbolê kurd diyar dikin. Stenbol jî qedera welêt diyar dike. Erdogan jî digot; ‘heke em Stenbolê winda bikin dê Tirkiyeyê winda bikin.’ Em tevek di ferqa vê rastiyê de ne. Heke em li Stenbolê serbikevin dê li her derê bi ser kevin. Heke em bikarin li Stenbolê faşîzmê têk bibin dê li tevahiya Tirkiyeyê têk bibin. Ji bo hemû partiyan Stenbol heman tiştî îfade dike. Rêxistinên herî mezin ên ciwanan, jinan û civakî li vir in. Bi kurt û kurmancî li Stenbolê dînamîzm heye. Li Kurdistanê Amed û li rojava jî Stenbol.” 
 
‘EM Ê WEKHEVÎ, AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’
 
Di berdewamê de Dag got ku Partiya Çepên Kesk berdewamiya kevneşopiya HDP, BDP, DTP û HADEP’ê ye û ev tişt anî ziman: “Em ji bo hemû gelan, baweriyan, zimanan û hemû kesên rastî cihêkariyê têdikoşin. Têkoşîna me ji bo avakirina komara demokratîk e. Em ê bi vê yekê re wekheviyê, azadî û demokrasiyê ava bikin. Li Stenbolê hemû gel, bawerî, ziman û cudahî bi hev re dijîn. Paradîgmaya Partiya Çepên Kesk tam jî li vir aj dide. Heke Stenbolê hembêza xwe li Partiya Çepên Kesk veke em ê komara demokratîk ava bikin. Me tevan dît bê ka di 2015, 2018’an de çawa xwedî lê derket. Hilbijartinên 2023’yan di demeke ku têkoşîna ji bo hilweşandina faşîzmê di lûtkeyê de tên lidarxistin. Em pir nêzî pratîzekirina vê paradîgmayê ne. Gel xelkê Stenbolê dengê xwe bide demokrasiyê û bi vê hesretê biçe ser sindoqan. Tekane partiya çareseriyê pêşniyar dike, partiya me ye. Partiyên din xwedî polîtîkayên ku îradeya jin û ciwanan tune dihesibînin. Heke em bikarin rengê Stenbolê veguherînin keskê, dê siyaseta çareseriyê bikeve meriyetê.” 
 
‘ISRARA DI KURDÎ DE ISRARA DI KURDBÛNÊ DE YE’
 
Dag, bi lêv kir ku gelê kurd rastî polîtîkayên pişaftinê tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zimanê gelekî tune tê hesibandin. Li dijî hemû polîtîkayên pişaftinê em neçarin hebûna xwe bidin qebûlkirin. Ez kurd im, zimanê min kurdî ye û bi kurdî dikare siyaset û bazirganî were kirin. Kurdî dikare bibe zimanê perwerdeyê. Heta ku çûm dibistanê jî min bi tirkî nedizanî. Lê li dibistanê zimanê min tune hat hesibandin û bi tirkî min perwerde dît. Divê em tevahiya zimanan biparêzin lê tirkî li min ferz kirin. Berhema zîhniyeta yekpereste. Divê em jî li dijî vê bêhtir xwedî li kurdî derkevin. Axaftina bi kurdî weke nîşaneya hebûnê ye. Ez dixwazim bi gelê xwe re bi kurdî biaxivim û bi wî zimanî siyasetê bikim. Ya ku kurd heta roja me anîn jî parastina vî zimanî ye. Êdî kesek nikare kurdan înkar bike. Bi zimanê xwe ez xwe baştir vedibêjim. Dixwazim li Stenbolê siyasetê bi kurdî bikim û bi kurdî li hilbijêran guhdarî bikim. Gel jî vê dixwaze. Israra di kurdî de, israra di hebûna kurdan de ye, israra di çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. 
 
‘SERKEFTIN DÊ YA JIN, CIWAN Û KURDAN BE’
 
Dag, axaftina xwe wiha qedand: “Dê gelê kurd, ciwan û jin qedera vê hilbijartinê diyar bikin. Lewma divê hemû ciwan, jin û kurd dengê xwe bidin demokrasiyê. Tenê yek ciwan nîne ku bandoreke neyînî ya polîtîkayên AKP-MHP’ê lê nekiribe. Tenê baweriya yek jinê jî bi vê îktîdarê nayê. Ji bo jiyaneke biewle ya jinan, ji bo jiyaneke bihêvî ya ciwanan, ji bo qebûlkirina nasname û zimanê kurdî, divê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Partiya Çepên Kesk ne partiyek lê mala ciwan, jin, kurd û gelan e. Li her 81 bajaran em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê di vê hilbijartinê de teqez faşîzmê têk bibin. Serkeftin dê ya ciwan, jin û kurdan be.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan
23:20 Rojnamevan Kanbal bi nûçeya der barê du birayên hatin qetilkirin de hat sûcdarkirin
22:31 Tê gotin ku cerdevanan li Elkê 2 xanî şewitandine
21:54 Bûldan: Gelan biryara xwe daye, wê biguherînin
21:50 Akin: Navnîşana guherînê Partiya Çepên Kesk e
20:45 Sancar: Hêza guherandina vê pergalê em in
20:23 Li Kovanciyanê buroya Partiya Çepên Kesk hat vekirin
19:09 Li Mûşê 2 ciwan hatin girtin
18:17 Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin
18:08 Hejmara kesên li Amedê hatin girtin gihîşt 39'an
17:56 Seroka IFJ’ê Pradalîé: Girtina rojnamevanan nayê qebûlkirin
17:45 Rojnamevanên di binçavan de anîn Edliyeyê
16:47 Li Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê banga tevlibûnê hate kirin
16:35 Xebatên hilbijartinê didomin: Ev hilbijartina man û nemanê ye