Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin

  • rojane
  • 10:15 30 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - Piştî 2 salan ji ber kar û barên rojnamevaniyê derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianmeyê de tê xwestin ku ji 7 salan heya 20 salan ceza li Gok bê birîn.
 
Rojnamevan Abdurrahman Gok, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin. Dozgeriyê lêpirsîna ku dabû destpêkirin 2 sal şûnde temam kir û derbarê hevdîtinên telefon, parvekirinên medyaya civakiyî û nûçeyên ku Gok çêkirine de îdianame amade dikir. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame amade kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 23'yê Sibata 2021'ê de bê lidarxistin.
 
WÊNEYÊN PENABERAN...
 
Di îdianameyê de axaftinên bi rêya peyaman sûc hatine hesibandin. Axaftin wiha ye:
 
"Kesê navê wî nayê zanîn: Pêdiviya me bi wêneyên penaberan ên li bajaran heye. Gelo tu yê karibû ji wan wêneyên xwe yên xweşik çend heban bişînî?
 
Abdûrrahman Gok: Merhaba! Hêvîdarim hûn baş in. Mixabin niha arşîva min a wêneyan ne li ba min e. Lê wêneyên li sînor dijîn hene. Ez ê di nava rojê de bişînim."
 
Dozger ji bo vê axaftina Gok gotiye: "Di nav komîteya çapemeniyê ya PKK/KCK'ê de cih digire."
 
NÛÇEYA ANHA'YÊ
 
Her wiha ji ber Gok û yekî din derbarê nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de axivîne, axaftina wan sûc hatiye hesibandin. Axaftina Gok û kesê bi navê Ferît wiha ye:
 
"Ferît: Gelo hevserokê TEVDEM'ê yê niha kî ye?
 
Gok: Wele min ji bîr kir!
 
Ferît: Omer Elûş hevserokê berê ye?
 
Gok: Nizanim. Tu behsa yê li malê mirî hatibû dîtin dikî?
 
Ferît: Belê. Gelo rast e?
 
Gok: ANHA'yê nûçeya wê da ye.
 
Ferît: Allah Allah.
 
Gok: Nûçe di ANHA'yê de heye. Tu li ANHA'yê binêre. Li serwîsa tirkî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê...
 
Ferît: Ha! Yanî tu dibê di wir de heye. Temam.”
 
Dozger ji bo vê axaftinê jî gotiye pêwendiya wî bi pergala derve ya rêxistinê re heye.
 
‘EY REQÎB'
 
Her wiha Gok ji bo hevalekî xwe kaseteke muzîkê amade kiriye û tê de sirûda neteweyî ya Herêma Kurdistana Federe hebûye. Axaftina Gok a derbarê sirûdê de jî delîl hatiye hesibandin, her wiha dozger ji bo sirûdê gotiye "Qeyda Ey Reqîb hatiye diyarkirin qaşo sirûd e û ji aliyê rêxistinê ve tê bikaranîn." Dozger ji bo vê diyar kiriye ku Gok bi rêya çapemeniyê xwestiye ev sirûd bê belavkirin û propaganda kiriye.
 
AXAFTINA DI ROJA ROJNAMEVANÊN KURD DE
 
Di îdianameyê de îfadeyên şahidê nepen "Sabir", axaftina Gok a di Roja Rojnamevanên Kurd de û parvekirinên wî yên twîttrê sûc hatine hesibandin.
 
Her wiha di îdianameyê de 87 hejmarên rojnameyên ku di dema binçavkirinê de hatibûn desteserkirin jî cih girtine. Dozger ji bo van hemaran gotiye ne sûc in û Gok di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de dixebite.
 
CEZA
 
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heya 20 salan ceza li Gok bê birîn.

Sernavên din

27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Doh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû