Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin 2020-10-30 10:15:31   AMED - Piştî 2 salan ji ber kar û barên rojnamevaniyê derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame hat amadekirin. Di îdianmeyê de tê xwestin ku ji 7 salan heya 20 salan ceza li Gok bê birîn.   Rojnamevan Abdurrahman Gok, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin. Dozgeriyê lêpirsîna ku dabû destpêkirin 2 sal şûnde temam kir û derbarê hevdîtinên telefon, parvekirinên medyaya civakiyî û nûçeyên ku Gok çêkirine de îdianame amade dikir. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" îdianame amade kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a dozê dê di 23'yê Sibata 2021'ê de bê lidarxistin.   WÊNEYÊN PENABERAN...   Di îdianameyê de axaftinên bi rêya peyaman sûc hatine hesibandin. Axaftin wiha ye:   "Kesê navê wî nayê zanîn: Pêdiviya me bi wêneyên penaberan ên li bajaran heye. Gelo tu yê karibû ji wan wêneyên xwe yên xweşik çend heban bişînî?   Abdûrrahman Gok: Merhaba! Hêvîdarim hûn baş in. Mixabin niha arşîva min a wêneyan ne li ba min e. Lê wêneyên li sînor dijîn hene. Ez ê di nava rojê de bişînim."   Dozger ji bo vê axaftina Gok gotiye: "Di nav komîteya çapemeniyê ya PKK/KCK'ê de cih digire."   NÛÇEYA ANHA'YÊ   Her wiha ji ber Gok û yekî din derbarê nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de axivîne, axaftina wan sûc hatiye hesibandin. Axaftina Gok û kesê bi navê Ferît wiha ye:   "Ferît: Gelo hevserokê TEVDEM'ê yê niha kî ye?   Gok: Wele min ji bîr kir!   Ferît: Omer Elûş hevserokê berê ye?   Gok: Nizanim. Tu behsa yê li malê mirî hatibû dîtin dikî?   Ferît: Belê. Gelo rast e?   Gok: ANHA'yê nûçeya wê da ye.   Ferît: Allah Allah.   Gok: Nûçe di ANHA'yê de heye. Tu li ANHA'yê binêre. Li serwîsa tirkî ya Ajansa Nûçeyan a Hawarê...   Ferît: Ha! Yanî tu dibê di wir de heye. Temam.”   Dozger ji bo vê axaftinê jî gotiye pêwendiya wî bi pergala derve ya rêxistinê re heye.   ‘EY REQÎB'   Her wiha Gok ji bo hevalekî xwe kaseteke muzîkê amade kiriye û tê de sirûda neteweyî ya Herêma Kurdistana Federe hebûye. Axaftina Gok a derbarê sirûdê de jî delîl hatiye hesibandin, her wiha dozger ji bo sirûdê gotiye "Qeyda Ey Reqîb hatiye diyarkirin qaşo sirûd e û ji aliyê rêxistinê ve tê bikaranîn." Dozger ji bo vê diyar kiriye ku Gok bi rêya çapemeniyê xwestiye ev sirûd bê belavkirin û propaganda kiriye.   AXAFTINA DI ROJA ROJNAMEVANÊN KURD DE   Di îdianameyê de îfadeyên şahidê nepen "Sabir", axaftina Gok a di Roja Rojnamevanên Kurd de û parvekirinên wî yên twîttrê sûc hatine hesibandin.   Her wiha di îdianameyê de 87 hejmarên rojnameyên ku di dema binçavkirinê de hatibûn desteserkirin jî cih girtine. Dozger ji bo van hemaran gotiye ne sûc in û Gok di çarçoveya fealiyetên rojnamevaniyê de dixebite.   CEZA   Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi sûcê "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heya 20 salan ceza li Gok bê birîn.