Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:57 26 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di komxebata xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter de ragihand ku di 3 salan de 53 jin hatine qetilkirin û 317 jin jî hatine revandin.

 
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh li Qamişloyê, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên di bin kontrola wê de li herêmên dagirkirî yên di bin kontrola xwe de li dijî jinan dikin, komxebatek li dar xist.
 
Nûnerên Yekîtiya Jinên Suryanî, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Buroya Jinan a Partiya Nûbûnê û Demokratîk, Buroya Jinan a TEV-DEM'ê, Rêxistina Mafên Mirovan, Daîreya Têkiliyên Derve, Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li başûrê Kurdistanê, Buroya Jinan a MSD'ê, Komîteya Jinan a Kantona Qamişloyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Saziya Êzidiyan, Rêxistina Pêl, Kongreya Star, Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn.
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Siham Emokê li komxebatê axivî û got, "Hîn jî çareserî ji kiryarên dewleta tirk ên binpêkirina mafên mirovan nehatiye peydakirin. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê veguherîne dema Osmaniyan."
 
Di komxebatê de binpêkirina mafên siyasî, hiqûqî û civakî yên jinan hatin nirxandin.
 
‘DIXWAZIN VÎNA JINÊN AZAD BIŞIKÎNIN’
 
Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Siham Dawûd jî got, "Êrişa li dijî jinên siyasetmedar, ji bo bêdengkirina aştiyê û têkbirina çareseriyê ye. Dewleta Tirk a dagirker terora xwe ya li dijî jinan didomîne. Her roj jin tên kuştin, destdirêjî li jinan tê kirin, tên girtin û bi zorê tên koçberkirin. Bi hedegirtina jinên rêxistinbûyî dixwazin îradeya jinên azad bişikînin. Erdogan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku çareseriya krîza Sûriyeyê daniye ber xwe ditirse."
 
Di komxebatê de hate ragihandin ku jinên li qada siyasî tên astengkirin, şehîd Hevrîn Xelef ji ber ku ji bo çareseriya siyasî û belavkirina aştiyê têdikoşiya, bû hedefa dewleta Tirk.
 
'SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN'
 
Seroka Buroya Lêkolînên Hiqûqî ya Smart Amrîn Xelîfe got, "Mafê jin, mêr û zarokan heye ku bên parastin. Nabe ku komên çekdar êrişê bibin ser sivîlan. Qanûn şer qedexe nake, lê belê parastina mafên sivîlan misoger dikin."
 
Beşdaran diyar kirin kud ewleta Tirk sûcê şer dike, lê belê kes hesab ji dewleta Tirk napirse û bi bîr xistin ku sûcê çeteyên dewleta Tirk ê li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi belgeyan piştrast bû, lê belê hesab ji sûcdaran nehate pirsîn.
 
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li dijî jinan û diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, sûcên şer li dijî jinan tên kirin, bi hezaran mirovan ji neçarî koç kirine, li dijî sivîlan çekên giran û qedexekirî tên bikaranîn, bi sedan sivîl hatin kuştin û binesaziya herêman hatin talankirin. Evîn Cûma ragihand ku Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî yên hatine dagirkirin, demografiya wan hatiye guhertin.
 
KUŞTIN, DESTAVÊTIN, REVANDIN...
 
Evîn Cûma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di salên 2018-2019-2020'î de li dijî jinan gelek sûc kirine û got, "Di nava 3 salan de 53 jin hatin kuştin, 128 hatin birîndarkirin û 61 caran destavêtin kirin ku ev hemû hatin belgekirin. Ji ber êrişên hovane û êşkenceyê 5 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 317 jin hatin revandin û di berdêla fîdyeyê de hatin berdan. Di bin navê operasyona 'Bariş Pinari' de li Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên sînor 23 jin hatin kuştin, 2 ji jinên hatin kuştin bûbûn hedefa êrişa destavêtinê. 60 jin jî ji ber bombardûmanê birîndar bûn, 12 jin hatin revandin."
 
Di komxebatê de hate ragihandin ku kuştin, binpêkirina mafên mirovan û sûcên li dijî jinan bandoreke giran li ser derûniya jinan dike û ji bo piştgiriya derûnî, civakî û hiqûqî ya ji bo jinan bang hate kirin.
 

Sernavên din

11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye