Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin 2020-10-26 11:57:47 NAVENDA NÛÇEYAN – Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di komxebata xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter de ragihand ku di 3 salan de 53 jin hatine qetilkirin û 317 jin jî hatine revandin.   Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh li Qamişloyê, têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên ku Tirkiye û hêzên paramîlîter ên di bin kontrola wê de li herêmên dagirkirî yên di bin kontrola xwe de li dijî jinan dikin, komxebatek li dar xist.   Nûnerên Yekîtiya Jinên Suryanî, Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Buroya Jinan a Partiya Nûbûnê û Demokratîk, Buroya Jinan a TEV-DEM'ê, Rêxistina Mafên Mirovan, Daîreya Têkiliyên Derve, Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li başûrê Kurdistanê, Buroya Jinan a MSD'ê, Komîteya Jinan a Kantona Qamişloyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Saziya Êzidiyan, Rêxistina Pêl, Kongreya Star, Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn.   Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Siham Emokê li komxebatê axivî û got, "Hîn jî çareserî ji kiryarên dewleta tirk ên binpêkirina mafên mirovan nehatiye peydakirin. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê veguherîne dema Osmaniyan."   Di komxebatê de binpêkirina mafên siyasî, hiqûqî û civakî yên jinan hatin nirxandin.   ‘DIXWAZIN VÎNA JINÊN AZAD BIŞIKÎNIN’   Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Siham Dawûd jî got, "Êrişa li dijî jinên siyasetmedar, ji bo bêdengkirina aştiyê û têkbirina çareseriyê ye. Dewleta Tirk a dagirker terora xwe ya li dijî jinan didomîne. Her roj jin tên kuştin, destdirêjî li jinan tê kirin, tên girtin û bi zorê tên koçberkirin. Bi hedegirtina jinên rêxistinbûyî dixwazin îradeya jinên azad bişikînin. Erdogan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku çareseriya krîza Sûriyeyê daniye ber xwe ditirse."   Di komxebatê de hate ragihandin ku jinên li qada siyasî tên astengkirin, şehîd Hevrîn Xelef ji ber ku ji bo çareseriya siyasî û belavkirina aştiyê têdikoşiya, bû hedefa dewleta Tirk.   'SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN'   Seroka Buroya Lêkolînên Hiqûqî ya Smart Amrîn Xelîfe got, "Mafê jin, mêr û zarokan heye ku bên parastin. Nabe ku komên çekdar êrişê bibin ser sivîlan. Qanûn şer qedexe nake, lê belê parastina mafên sivîlan misoger dikin."   Beşdaran diyar kirin kud ewleta Tirk sûcê şer dike, lê belê kes hesab ji dewleta Tirk napirse û bi bîr xistin ku sûcê çeteyên dewleta Tirk ê li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi belgeyan piştrast bû, lê belê hesab ji sûcdaran nehate pirsîn.   Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên li dijî jinan û diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, sûcên şer li dijî jinan tên kirin, bi hezaran mirovan ji neçarî koç kirine, li dijî sivîlan çekên giran û qedexekirî tên bikaranîn, bi sedan sivîl hatin kuştin û binesaziya herêman hatin talankirin. Evîn Cûma ragihand ku Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî yên hatine dagirkirin, demografiya wan hatiye guhertin.   KUŞTIN, DESTAVÊTIN, REVANDIN...   Evîn Cûma diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di salên 2018-2019-2020'î de li dijî jinan gelek sûc kirine û got, "Di nava 3 salan de 53 jin hatin kuştin, 128 hatin birîndarkirin û 61 caran destavêtin kirin ku ev hemû hatin belgekirin. Ji ber êrişên hovane û êşkenceyê 5 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 317 jin hatin revandin û di berdêla fîdyeyê de hatin berdan. Di bin navê operasyona 'Bariş Pinari' de li Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên sînor 23 jin hatin kuştin, 2 ji jinên hatin kuştin bûbûn hedefa êrişa destavêtinê. 60 jin jî ji ber bombardûmanê birîndar bûn, 12 jin hatin revandin."   Di komxebatê de hate ragihandin ku kuştin, binpêkirina mafên mirovan û sûcên li dijî jinan bandoreke giran li ser derûniya jinan dike û ji bo piştgiriya derûnî, civakî û hiqûqî ya ji bo jinan bang hate kirin.