Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî binçavkirina aktîvîsên TJA û rojnamegeran da û got: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartî ye.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan, ewil pêşketinên di rojevê de nirxandin û yek ji rêberên kurdan Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê yê Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û Parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat bi boneya salvegera mirina wan, bibîr anîn.   
 
BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA 
 
Bûldan, dûre bal kişand ser serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de û wiha bertek nîşan da: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartiye. Em bi tundî van operasyonan şermezar dikin. Em armanca van operasyonan baş dizanin. Ji bo ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinan rawestînin vê yekê dikin. Ji bo astengkirina rêxistinbûyîna jinan, vê dikin. Dixwazin bariyeran danin pêşiya siyaseta demokratîk. Ji bo gel bitirsînin û teslîm bigirin van operasyonan li dar dixin.”
 
‘WÊ BI SER NEKEVIN’
 
Bûldan, diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna demokratîk a jinan ditirse û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin bi ser bikevin. Wê bi tu awayî encamê negirin. Dê nekarin jin û gelê me ji têkoşîna wê qût bikin. Em li hemberî polîtîkayên neyartiya jinan serî netewand û em ê tu carî netewînin. Jin wê dîsa di hemû qadên jiyanê de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ji vê darê bang dikin; Hevalên me yên jin û rêveberên partiya me yên dibin çavan de tavilê berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin. Her roj pirsgirêk û krîzên gel pê re rû bi rû tên her roja diçe kurtir dibin. Di rojeva gel de, bêkarî, xizantî û debarê hene. Mirov li kolanan daxwaza kar û nan dikin. Daxwaza jiyanek mirovî dikin û rêveberyeke adîlane dixwaze.” 
 
‘GELO WÊ KENGÎ DERIYÊ NAN LI WELATIYAN VEKIN?’
 
Bûldan, bal kişand ser daxwazên gel ên edaletê û wiha bi lêv kir: “Welatî kar û nan dixwazin. Lê ev Ayasofya nîşan didin. Mirov daxwaza edaletê dikin, lê ev behsa fethê dikin. Êdî rewş wisan bûye Ayasofyeya dîrokî jî kirin amûrê siyaseta xwe. Ev kar veguherandin, şowê. Ayasofya ji bo ibadetê vekirin! Gelo wê kengî ji bo gel deriye edalt, hiqûr  û refahê vekin? Gelo wê kengî deriye nan ji bo weltiyên dibêjin ‘em birçînê’ wê vekin?”
 
BINÇAVKIRINA HEVŞAREDARÊN GIYADÎNÊ
 
Bûldan, di dewama axaftina xwe de destgîrkirina hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a bi êşkenceyê nirxand û got, "Bi rengekî nehiqûqî qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Ev zordarî ye. AKP deverên ku di hilbijartinê de nekarî bi dest bixe bi dizîtiya siyasî bi dest dixe. Li herêmê Destûra Bingehîn û qanûn bi temamî ji holê hatine rakirin. Li wê derê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hemû dijminê HDP'ê ne, dijminê Kurdan, jinan, ciwanan, gel û xwezayê ne."
 
Bûldan bi bîr xist ku nêzî 50 şaredariyên wan hatine desteserkirin û destnîşan kir ku wê hesabê vê yekê di nava hiqûq û demokrasiyê de ji desthilatdariyê bipirsin.
 
QONAXA DUYEMÎN A BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wan qonaxa duyemîn a bernameya xwe ya têkoşîna demokratîk hefteya derbasbûyî li Meclîsê bi daxuyaniyekê eşkere kirin û wiha bi dawî kir "Daxwaza demokrasiyê ku di qonaxa destpêkê de mezin bû, di qonaxa duyemîn de em ê bi daxwazên xwe yên aştî, edalet, ked, wekhevî û paşerojê mezin bikin. Bi ciwanan re em ê bicivin, guh bidin ciwanan û di vê rêya ku me bi ciwantî destpêkirin em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê ji ciwanan hîn bibin û têkoşînê mezin bikin. Em ê li febrîqeyan, li nava zeviyan bin. Em ê bi karker, kedkaran û karkerên çandiniyê yên demsalî re bin. Li welatê xwe em ê jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin."
 

Sernavên din

13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî