Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye 2020-07-14 14:01:20 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî binçavkirina aktîvîsên TJA û rojnamegeran da û got: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartî ye.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî. Bûldan, ewil pêşketinên di rojevê de nirxandin û yek ji rêberên kurdan Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê yê Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û Parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê kurd Dengîr Mîr Mehmet Firat bi boneya salvegera mirina wan, bibîr anîn.      BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA    Bûldan, dûre bal kişand ser serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê de û wiha bertek nîşan da: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartiye. Em bi tundî van operasyonan şermezar dikin. Em armanca van operasyonan baş dizanin. Ji bo ku têkoşîna wekhevî û azadiya jinan rawestînin vê yekê dikin. Ji bo astengkirina rêxistinbûyîna jinan, vê dikin. Dixwazin bariyeran danin pêşiya siyaseta demokratîk. Ji bo gel bitirsînin û teslîm bigirin van operasyonan li dar dixin.”   ‘WÊ BI SER NEKEVIN’   Bûldan, diyar kir ku desthilatdarî ji têkoşîna demokratîk a jinan ditirse û wiha got: “Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin bi ser bikevin. Wê bi tu awayî encamê negirin. Dê nekarin jin û gelê me ji têkoşîna wê qût bikin. Em li hemberî polîtîkayên neyartiya jinan serî netewand û em ê tu carî netewînin. Jin wê dîsa di hemû qadên jiyanê de li ber xwe bidin û têkoşîna xwe dewam bikin. Em ji vê darê bang dikin; Hevalên me yên jin û rêveberên partiya me yên dibin çavan de tavilê berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin. Her roj pirsgirêk û krîzên gel pê re rû bi rû tên her roja diçe kurtir dibin. Di rojeva gel de, bêkarî, xizantî û debarê hene. Mirov li kolanan daxwaza kar û nan dikin. Daxwaza jiyanek mirovî dikin û rêveberyeke adîlane dixwaze.”    ‘GELO WÊ KENGÎ DERIYÊ NAN LI WELATIYAN VEKIN?’   Bûldan, bal kişand ser daxwazên gel ên edaletê û wiha bi lêv kir: “Welatî kar û nan dixwazin. Lê ev Ayasofya nîşan didin. Mirov daxwaza edaletê dikin, lê ev behsa fethê dikin. Êdî rewş wisan bûye Ayasofyeya dîrokî jî kirin amûrê siyaseta xwe. Ev kar veguherandin, şowê. Ayasofya ji bo ibadetê vekirin! Gelo wê kengî ji bo gel deriye edalt, hiqûr  û refahê vekin? Gelo wê kengî deriye nan ji bo weltiyên dibêjin ‘em birçînê’ wê vekin?”   BINÇAVKIRINA HEVŞAREDARÊN GIYADÎNÊ   Bûldan, di dewama axaftina xwe de destgîrkirina hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a bi êşkenceyê nirxand û got, "Bi rengekî nehiqûqî qeyûm tayînî şaredariya me kirin. Ev zordarî ye. AKP deverên ku di hilbijartinê de nekarî bi dest bixe bi dizîtiya siyasî bi dest dixe. Li herêmê Destûra Bingehîn û qanûn bi temamî ji holê hatine rakirin. Li wê derê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hemû dijminê HDP'ê ne, dijminê Kurdan, jinan, ciwanan, gel û xwezayê ne."   Bûldan bi bîr xist ku nêzî 50 şaredariyên wan hatine desteserkirin û destnîşan kir ku wê hesabê vê yekê di nava hiqûq û demokrasiyê de ji desthilatdariyê bipirsin.   QONAXA DUYEMÎN A BERNAMEYA TÊKOŞÎNÊ   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku wan qonaxa duyemîn a bernameya xwe ya têkoşîna demokratîk hefteya derbasbûyî li Meclîsê bi daxuyaniyekê eşkere kirin û wiha bi dawî kir "Daxwaza demokrasiyê ku di qonaxa destpêkê de mezin bû, di qonaxa duyemîn de em ê bi daxwazên xwe yên aştî, edalet, ked, wekhevî û paşerojê mezin bikin. Bi ciwanan re em ê bicivin, guh bidin ciwanan û di vê rêya ku me bi ciwantî destpêkirin em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Em ê ji ciwanan hîn bibin û têkoşînê mezin bikin. Em ê li febrîqeyan, li nava zeviyan bin. Em ê bi karker, kedkaran û karkerên çandiniyê yên demsalî re bin. Li welatê xwe em ê jiyaneke wekhev bi hev re biafirînin."