Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endam û rêveberên Haber-Sen'e ji bo sirgûnkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li gelek cihan daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê Haber-Senê Musa Ozdemir, diyar kir ku eger sirgûnan betal nekin dê ji çar aliyên Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê. 

Sendîkaya Kedkarên Postexane, Ragihandin, Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen) bi boneya sirgûnkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li gelek bajaran daxuyanî dan çaemeniyê. Şaxên Haber Sen'ê li pêş PTT'ê bajaran kom bûn û daxuyanî dan. 
 
ENQERE
 
Rêveber û endamên Haber Sen'ê li Enqereyê li pêş Navenda Giştî ya sendikayê kom bûn û daxuyanî dan. Serokê Giştî yê Haber-Sen'ê Musa Ozdemir, Rêveberê Navendî yê Haber Sen'ê Yaşar Polat û Serokê Şaxa 1'emîn  Sadik Canyurtama bûn. Sendikayê di çalakiyê de pankarta "Sirgûn sûcê mirovahiyê ye" hildan. Serokê Giştî yê Haber Sen'ê Musa Ozdemîr, diyar kir ku di vê pêvajoya şewbê de kedkarên PTT'ê kedek gelek mezn dane û wiha got: "Li gel vê kedê û şewba vîrûsê dîsa 11 xebatkarên PTT'ê sirgûn kirin. Ev yek li djî zagon û mevzûtê ye. Endamên Haber-Senê Yekîtiya Sendîkayên Kurevî ya Cîhanê îmze kiriye. Lê  bê hiqûq sirgûn kirine. Eger sirgûnan paşve nekişinin em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê. Em tu carî vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin rêveberên me yên sirgûn bûne dîsa vegerin cihê xwe. Em niha ji vir dimeşin Midûriyeat Giştî ya PTT'ê. Ku daxwazên me pêk neyê em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê di navde Amed, Giresun, Îzmîr Îstanbul jî heye bimeşin pêş Midûriyeta Giştî ya Enqereyê. Em bang li raya giştî dikin ku her kes piştgiriyê bidin vê çalakiya me." 
 
 
AMED 
 
Şaxa Haber-Sen'ê ya Amedê bi boneya Serokê Şaxê û Sekreterê Şaxê bi îdeaya "Zerar daye îtîbara şîrketê" sirgûn bûn û cezayê qutkirina meaş li wan hat birîn, li pêş Midûriyeta Navenda Kargeriya PTT'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Kedkarên Şaxa Haber Sen'ê di çalakiyê de pankarta "Mafê me yê rêêxistinbûn û sendîkayî yê zagonî nayê astengkirin, sirgûn nayên qebûlkirin. vekirin. Sekreterê Malî yê Şaxa Haber Senê Serhat Oktay daxuyanî xwend. Oktay, diyar kir ku ew ji bo mafê têkoşîna sendikayî vê daxuyaniyê didin çapemeniyê û wiha got: "Piştî me li ser medya civakî xwest şert û mercên xebatkarên PTT'ê bên rastkirin, hevalên me sirgûn kirin. Bêyî der barê wan de lêpirsîne vekin ew sirgûn kirin. Hevalên me du caran mexdûr bûne. Di pêvajoya şewba vîrûsê de sendikaya me têkoşiya û xwest mafê kedkarên di şertên vîrûsê de kar dikin bê parastin. Hevalên me yên kedkarên PTT'ê li gel hevjîn û zarokên xwe hatine sirgûnkirin. Mafê wan ê xebat, perwerde û tendusistiyê hatiye binpêkirin." 
 
DÊ BIMEŞIN ENQEREYÊ 
 
Oktay, herî dawi anî ziman ku ew van sirgûnan qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Em ê ji çar aliyê Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê. Em dê li pêş Midûriyeta Giştî ya PTT'ê ya Enqereyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Divê rêveberiya PTT'ê dest ji sirgûnan berde û hevalên me yên sirgûn bûne wan dîsa paşve vekişîne. Heta ku sirgûn betal bibin em ê hemû mafê xwe yê rewa biparêzin. Em bang li hemû kesên kedkar û cemaweriya Tirkiye dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya me."
 
 
EDENE/MÊRSÎN 
 
Şaxên Haber Sen'ê yên Amed û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Haber Sen'ê li Şaxa Egitim Senê ya Edene daxuyanî dan û xwestin sirgûnan betal bikin.  Şaxa Haber Sen'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Şaxa BES'ê ya Mêrsînê daxuaynî dan çapemeniyê. 
 

Sernavên din

16:16 Ji 100 penaberan 15 penaber li kolanê dijîn
16:11 Li Dîlokê mirina bi guman a jinekê
15:18 2 xwişk û birayên hev ên Sûriyeyî ev 3 rojin winda ne
15:15 Walî destûr neda ciwan HDP'ê kom bibin
14:33 Rêveberekê HDP’ê hat binçavkirin
14:30 Daristana Çiyayê Cûdî dişewite
14:22 HDK: Gefa komkujiya li dijî Êzidîyan didome
14:18 Ji CÎSST’ê rapora 104 girtîgehên cuda: Mafê tenduristiyê tê astengkirin
13:56 Gunay: Di 19'ê Tebaxê de em li Mêrdîn û Stenbolê dadikevin qadan
13:36 Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin
13:09 Kesên li Dîgorê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
13:05 Jinên çalakger: Têkoşîna me dê bêtir mezin bibe
11:50 Hevşaredarê qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin, hat girtin
11:31 Dozger îdeanameya 136 kesam temam kir
Dozger girtîgeh wekî qada rêxistinê pênase kir
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:17 Li Colemêrgê binçav kirin
10:56 Derbarê hevşaredarê dewra neguhêzbaran îptal kir de lêpirsîn
10:53 Eskeran 4 kes li Edeneyê binçav kirin
09:54 Daran bêyî agahiya şaredariyê dibirin
09:47 Ewil îşkence kirin piştre lêborîn jî nexwestin
09:40 Şaredarê Pîranê yê îtîfaqê îstifa kir
09:09 Pisporê Rojhilata Navîn Kar: Xeta 3'yemîn dikare Lubnanê bi xelasiyê bixe
09:08 ‘Di dema pandemiyê de bila temenê çûyîna dibistanê ji 7 saliyê dest pê bike'
09:07 Dede: Walîyê Wanê wekî serokê AKP'ê yê bajêr tevdigere
09:02 Rojnameger: Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li serbazên Iraqê xist
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN
13/08/2020
20:15 21 kesên din ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane û 1243 kes jî pê ketine
18:55 Agir gihişt bax û baxçeyên gundiyên Licê
16:41 Li Agiriyê mirina biguman a jinekê
16:32 Polisan mudaxaleyî çalakiya Peymana Stenbolê kir û 4 jin binçav kirin
16:11 Li Mêrsînê 4 kes hatin binçavkirin
15:59 ‘Bêyî ku dereng bikeve wan berdin’
15:19 Hîna jî agahî ji zarokê karkerê çandiniyê yê ket avê nayê girtin
15:04 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
14:51 5 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:41 Tora Parastina Jinan: Ne hedê kesêye ku peymanê nîqaş bike
14:32 Dormîşa leşkeran qelibî
14:11 Avahiya NÇM’ê wê ji şaredariya AKP’î re bê terxankirin
14:04 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Em ê li dijî tundiyê bêdeng nemînin
13:31 Ji bo şermezarkirinê eywanên dawetan 3 rojan digirin
13:06 ‘16 milyon Stenbolî bê çare li heviya erdhejê ne'
12:25 Li gundên qedexekirî gundî nikarin heywanên xwe bibin mêrgan
11:12 Sedema kûrbûyîna tecrîda li Îmraliyê helwesta CPT e
11:11 Şahidê komkujiya Digorê axivîn: Wekî roja dojehê bû
11:08 Şewata daristanên Şirnexê vemirî
11:04 Ji ber parvekirinên medya civakî hat binçavkirin
10:27 'Tekane berpirsiyarê krîzê AKP ye'
10:14 Polisan Acûn Karadağ binçav kirin
10:05 Li şûna astengkirina şewatê seyranê qede kirin
09:37 Li Colemêrgê gengeşî: Polisan 7 kesan binçav kir
09:35 Di 11'ê tebaxê de testa 600 kesan li Edeneyê posîtîf derket
09:18 Li gundan piştevanî
09:17 Dê ciwan li Milazgirê li hev kom bibin
09:16 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:16 Birca Belek kirine cihwarê tiryakê
09:15 5 sal in kes naçe serdana Gola Çalyanê!
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 30 jin serbest in: Peymana Îstanbul dide jiyandin
12/08/2020
22:16 Jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan
21:58 18 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:16 Polîsan mudaxileyî jinan kir: 24 kes hatin binçavkirin
17:04 Agir bi daristanên gundê Awgamasya û Banayê ket
16:06 Darên li peyarê bi kemçeyan rakirin
15:40 Ji Bankaya Cîhanê hişyariya Tirkiyeyê
15:16 '32 caran cezayê dîsîplînê dan girtiyekî'
15:00 Bertek nîşanî bidawîkirina xebatên lêgerîna kurê xwe da.
14:05 Tîmên taybet di serdegirtina gund de axur kolan
13:53 Di tîrmehê de 7 zarok 164 karker bûn qurbana kar
13:29 Hempîşeyên wan ji bo Tîmtîk û Unsal di ‘Nobeta Edaletê’ de bang kirin
13:00 Ji bo ku vegerên gundên xwe yên qedexekirî kampanya dan destpêkirin
12:33 Bi îfadeya Şahidê Winda 7 sal ceza birîn
11:48 Li Belarûsê roja sêyemîn: Gelo Tîkhanovskaya di bin tûndiyê de dîmen kişand?
11:44 Çend zarokên karker li Tirkiye kar dikin?
10:43 Ji serokên 33 baroyan bang: Jiyandina Ebrû û Aytaç berpirsyarî ye
10:41 404 navdaran piştgirî da ‘101 Porsipiyan'
09:58 Gundiyan agirê li bejahiyê derket vemirandin
09:58 Bexdayê bersiv da êrîşa Tirkiyeyê û serdana Akar betal kir
09:03 'Bêyî tawîzdan divê em bitêkoşin'
09:03 Dezenfektaha herî baş sabûna kizwanê ye
09:03 Testên zêde, fîlasyon û karantîna
09:03 Parêzerên wanî: Demildest bila daxwaza hevpîşeyên me pêk bê
09:03 Şaredariyên Cizîr û Hezexê ji bo AKP'iyan bûn cihê kar û bar
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2020'AN
08:03 Xanî şewitî: 4 jê zarok 5 kes bi şewatê mirin
07:49 Cîgirê Waliyê Hatayê dayik û birayê xwe qetil kir
07:44 Qedexeya derketina derve danîn ser 36 gundên Bedlisê
11/08/2020
20:58 Nûriye Gulmen û Ridvan Akbaş hatin girtin
20:54 Hezar û 183 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:38 Ocalan ê HDP’î: Rakirina tecrîdê ji bo “asayîbûnê” girîng e
15:48 HDP’ê ji meclîsê xwest têkildarî rapora CPT'ê lêkolîn bikin
15:48 Xwişka Sancarê HDP’î hat definkirin
15:24 Ûygûner ê HDP’î nehat berdan
15:11 Yekîtiya Ewropayê ku Yewnanistanê banga civîna lezgîn lê kiribû: Em li cem we ne
15:06 ÎHD'ê ji bo kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin
14:53 Jina ku serlêdana wê ya gilîkirinê nehat qebûlkirin li ÎHD’ê bang kir
14:26 Nîşana embargoya xurek: Wê PKK mîqdareke zêde diwîz hûr bike
14:06 HDK: Li dijî polîtîkayên îqtîdarê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê ya mayinde heye
13:52 Hevserokê YNK’ê Lahûr Şêx Talebanî bi koronayê ket
13:38 Ji bo Tîmtîk û Unsal di nobetê de ne
13:22 Beraeta hevjînê xwê yê 262 rojin girtiye xwest