Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê 2020-07-07 13:58:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Endam û rêveberên Haber-Sen'e ji bo sirgûnkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li gelek cihan daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê Haber-Senê Musa Ozdemir, diyar kir ku eger sirgûnan betal nekin dê ji çar aliyên Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê.  Sendîkaya Kedkarên Postexane, Ragihandin, Weşan û Çapemeniyê (Haber-Sen) bi boneya sirgûnkirina endam û rêveberên xwe şermezar bikin li gelek bajaran daxuyanî dan çaemeniyê. Şaxên Haber Sen'ê li pêş PTT'ê bajaran kom bûn û daxuyanî dan.    ENQERE   Rêveber û endamên Haber Sen'ê li Enqereyê li pêş Navenda Giştî ya sendikayê kom bûn û daxuyanî dan. Serokê Giştî yê Haber-Sen'ê Musa Ozdemir, Rêveberê Navendî yê Haber Sen'ê Yaşar Polat û Serokê Şaxa 1'emîn  Sadik Canyurtama bûn. Sendikayê di çalakiyê de pankarta "Sirgûn sûcê mirovahiyê ye" hildan. Serokê Giştî yê Haber Sen'ê Musa Ozdemîr, diyar kir ku di vê pêvajoya şewbê de kedkarên PTT'ê kedek gelek mezn dane û wiha got: "Li gel vê kedê û şewba vîrûsê dîsa 11 xebatkarên PTT'ê sirgûn kirin. Ev yek li djî zagon û mevzûtê ye. Endamên Haber-Senê Yekîtiya Sendîkayên Kurevî ya Cîhanê îmze kiriye. Lê  bê hiqûq sirgûn kirine. Eger sirgûnan paşve nekişinin em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê. Em tu carî vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin rêveberên me yên sirgûn bûne dîsa vegerin cihê xwe. Em niha ji vir dimeşin Midûriyeat Giştî ya PTT'ê. Ku daxwazên me pêk neyê em ê ji çar aliyên Tirkiyeyê di navde Amed, Giresun, Îzmîr Îstanbul jî heye bimeşin pêş Midûriyeta Giştî ya Enqereyê. Em bang li raya giştî dikin ku her kes piştgiriyê bidin vê çalakiya me."      AMED    Şaxa Haber-Sen'ê ya Amedê bi boneya Serokê Şaxê û Sekreterê Şaxê bi îdeaya "Zerar daye îtîbara şîrketê" sirgûn bûn û cezayê qutkirina meaş li wan hat birîn, li pêş Midûriyeta Navenda Kargeriya PTT'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Kedkarên Şaxa Haber Sen'ê di çalakiyê de pankarta "Mafê me yê rêêxistinbûn û sendîkayî yê zagonî nayê astengkirin, sirgûn nayên qebûlkirin. vekirin. Sekreterê Malî yê Şaxa Haber Senê Serhat Oktay daxuyanî xwend. Oktay, diyar kir ku ew ji bo mafê têkoşîna sendikayî vê daxuyaniyê didin çapemeniyê û wiha got: "Piştî me li ser medya civakî xwest şert û mercên xebatkarên PTT'ê bên rastkirin, hevalên me sirgûn kirin. Bêyî der barê wan de lêpirsîne vekin ew sirgûn kirin. Hevalên me du caran mexdûr bûne. Di pêvajoya şewba vîrûsê de sendikaya me têkoşiya û xwest mafê kedkarên di şertên vîrûsê de kar dikin bê parastin. Hevalên me yên kedkarên PTT'ê li gel hevjîn û zarokên xwe hatine sirgûnkirin. Mafê wan ê xebat, perwerde û tendusistiyê hatiye binpêkirin."    DÊ BIMEŞIN ENQEREYÊ    Oktay, herî dawi anî ziman ku ew van sirgûnan qebûl nakin û wiha bi dawî kir: "Em ê ji çar aliyê Tirkiyeyê bimeşin Enqereyê. Em dê li pêş Midûriyeta Giştî ya PTT'ê ya Enqereyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Divê rêveberiya PTT'ê dest ji sirgûnan berde û hevalên me yên sirgûn bûne wan dîsa paşve vekişîne. Heta ku sirgûn betal bibin em ê hemû mafê xwe yê rewa biparêzin. Em bang li hemû kesên kedkar û cemaweriya Tirkiye dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya me."     EDENE/MÊRSÎN    Şaxên Haber Sen'ê yên Amed û Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Haber Sen'ê li Şaxa Egitim Senê ya Edene daxuyanî dan û xwestin sirgûnan betal bikin.  Şaxa Haber Sen'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li Şaxa BES'ê ya Mêrsînê daxuaynî dan çapemeniyê.