‘Li Dersimê xweza, zindî û dîrok tê tunekirin’
- ekolojî
- 10:30 27/7/2018
Erdnîgariya Dersimê bi bendav, HES û projeyên madenê tê bêmirovkirin û tunekirin. Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim diyar kir ku heke hemû proje bikevin meriyetê dê herêmek wek Dersimê nemîne û xwest ev herêm bê parastin û qada sîtê lê bê îlankirin.