Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye

  • cîhan
  • 11:28 21 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî yekîneyên kurd li dijî hiqûqa navdewletî ye û ne meşrû ye. 
 
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û nirxandinên girîng kir. Maas aciziya xwe ya ki ber êrîşa Tirkiyeyê anî ziman û diyar kir ku Almanya di wê baweriyê de ye ku êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan, ne rewa ne û li dijî qanûnên navdewletî ne. 
 
BI SEDAN SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAYE
 
Maas di berdewamê de destnîşan kir ku ya ku Tirkiye dike dagîrkarî ye û wiha got: "Em ê hewl bidin ku agirbesta hatiye ragihandin, were dirêjkirin û pêşiya dagîrkariya Tirkiyeyê bê girtin. Di êrişa Tirkiyeyê de bi sedan sivîl û şervanên kurd jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û zêdetirî 300 hezar kes jî koçber û derbider bûne."