Maas: Êrîşa li yekîneyen kurd ne meşrû ye 2019-10-21 11:28:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî yekîneyên kurd li dijî hiqûqa navdewletî ye û ne meşrû ye.    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û nirxandinên girîng kir. Maas aciziya xwe ya ki ber êrîşa Tirkiyeyê anî ziman û diyar kir ku Almanya di wê baweriyê de ye ku êrişên Tirkiyê yên li dijî kurdan, ne rewa ne û li dijî qanûnên navdewletî ne.    BI SEDAN SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DAYE   Maas di berdewamê de destnîşan kir ku ya ku Tirkiye dike dagîrkarî ye û wiha got: "Em ê hewl bidin ku agirbesta hatiye ragihandin, were dirêjkirin û pêşiya dagîrkariya Tirkiyeyê bê girtin. Di êrişa Tirkiyeyê de bi sedan sivîl û şervanên kurd jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û zêdetirî 300 hezar kes jî koçber û derbider bûne."