Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne

  • cîhan
  • 10:30 18 Cotmeh 2019
  • |
img

NAVENDA  NÛÇEYAN - Yekitiya Ewropa, carek din operasyon û erîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest Tirkiye leşkerên xwe paşve vekişîne. 

Di zirweya rêveberên Yekitiya Ewropa (NE) lê civiyan de, danezana derbarê operasyona Tirkiyeyê ya  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû amedekirin, qebûl kir. 
 
Di danezanê de wiha hat gotin; "Konseya Ewropa daxuyaniya DYE û Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewropa careke din bang li Tirkiyeyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne."
 
Rêveberên Yekîtiya Ewropayê "Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên însanî, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz kir û gefeke giran li ewlekariya Ewropayê dixwe" şermezar dike.
 
Rêveberên Ewropayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi bîr xistin.