Yekîtiya Ewropa: Bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne 2019-10-18 10:30:27   NAVENDA  NÛÇEYAN - Yekitiya Ewropa, carek din operasyon û erîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest Tirkiye leşkerên xwe paşve vekişîne.  Di zirweya rêveberên Yekitiya Ewropa (NE) lê civiyan de, danezana derbarê operasyona Tirkiyeyê ya  li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû amedekirin, qebûl kir.    Di danezanê de wiha hat gotin; "Konseya Ewropa daxuyaniya DYE û Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewropa careke din bang li Tirkiyeyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne."   Rêveberên Yekîtiya Ewropayê "Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên însanî, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz kir û gefeke giran li ewlekariya Ewropayê dixwe" şermezar dike.   Rêveberên Ewropayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi bîr xistin.