'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’

  • cîhan
  • 12:17 16 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji xeyalên xwe yên belavbûna xeta boriyê berde. 
 
Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, derbarê gengeşiya di navbera wan û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Mîçotakîs ku ji bo serdaneke fermî çûbû Îsraîlê, ji rojnamegeran re axivî û hikûmeta Tirkiyeyê bi “Qubedeyê Taxê” pênase kir û ji bo xebatên wê yên keşfê yên li Başurê Behra Spî hişyar kir. Mîçotakîs, di berdewamê de jî ev tişt got: “Heke Tirkiye dev ji xeyalên xwe yên belavbûna xeta boriyê berde û weke qubedeyê taxê na li gorî qanûnan tevbigere, em ê xweşî pêşwazî bikin.”