'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’ 2020-06-16 12:17:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji xeyalên xwe yên belavbûna xeta boriyê berde.    Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, derbarê gengeşiya di navbera wan û Tirkiyeyê de daxuyaniyek da. Mîçotakîs ku ji bo serdaneke fermî çûbû Îsraîlê, ji rojnamegeran re axivî û hikûmeta Tirkiyeyê bi “Qubedeyê Taxê” pênase kir û ji bo xebatên wê yên keşfê yên li Başurê Behra Spî hişyar kir. Mîçotakîs, di berdewamê de jî ev tişt got: “Heke Tirkiye dev ji xeyalên xwe yên belavbûna xeta boriyê berde û weke qubedeyê taxê na li gorî qanûnan tevbigere, em ê xweşî pêşwazî bikin.”