Nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû hatin tesnîfkirin
- çand û huner
- 09:13 09/12/2018
Weşanên Wardozê bi navê “Seta Folklora Kovaran” hemû nivîsên folklorîk ên kovara Hawar, Ronahî û Roja Nûyê tesnîf û çap kirin. Set jî sê pirtûkan pêk tê. Edîtor û xwediyê Weşanxaneyê Wardozê Bahoz Baran da zanîn ku nivîsên folklorîk ên Hawar, Ronahî û Roja Nûyê rêya wan ronî dikin û bi tesnîfkirinê şewqek li folklora roja îroyîn zêde kirine.