NAVENDA NÛÇEYAN - Muzîkolog Veysî Varli bal kişand ser polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê û got: “Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike.”
Govend hêmayeke girîng a çanda kurdî ye û ji dirokê heya niha bi sedan şêweyên govendan hêj jî di nav civaka kurdan de li gel muzîk, cil û bergan; di dawet, şahî, serhildan, çalakî û pîrozbahiyan de tên gerandin. Bi vî aliyê xwe bi qasî hêmayên çandî di nava xwe dihewîne, govend ji bo kurdan xwedî cihekî taybet e jî. Her wiha govend hatiye asteke wisa ku çalakî, serkeftin, lihevhatin, şahî û pîrozbahiyên bêyî gerandina govendê tên kirin kêm tên dîtin.
Di çarçoveya polîtîkayên qirkirina çandî û asîmîlasyonê de êrişên li ser çand û zimanê kurdî zêde dibin. Govendê jî ji van êrişan para xwe girt. Helbet ji encamên vê yekê yek jê jî otoasîmîlasyon e ku gelek caran em bi destê xwe çandê ji rastiya wê dûr dixin û bi çandên cuda ve em xwe qayîl dikin. Bi giştî sedema van sepanan kurdan yek bi yek ji nirxên xwe yên neteweyî dûr dixin û di nava kurdan de ji çanda xwe re biyanîbûnê ava dikin û polîtîkayên qirkirinê temam dikin.
Muzîkolog Veysî Varli der barê girîngiya govendê û êrişên dawî yên li ser çanda kurdî tên kirin de ji ajansa me re axivî.
HÊMAYA BINGEHÎN A ÇANDA MIROVAHIYÊ
Varli destnîşan kir ku govend, liv û tevgerên bipîvan û bipergal ên ku nirxên çandî yên civakê nîşan didin bi xwe ye û wiha got: “Ev liv û tevger bûyer, kêfxweşî û xemgîniyê vedibêjin. Têkiliya govendê bi ol û sêhrbaziyê re jî heye û bi muzîk yan jî bi amûrên muzîkê; li gorî tempoyekê, bi awayekî takekesî yan jî komî tê gerandin. Govenda bêmuzikal û bêtevger ne pêkan e. Govend di gelek qadên jiyanê yên wekî îbadetên olî, şîn û şahiyan de heye. Lêdana çokên xwe ya dayikan de jî govend heye. Bi qasî govendê, tu tişt neteweyekê pênase nake. Lewma govend di dîrokê de xwe bi riya şer, ol, kar, evîn û şinê ve girê dide û li gora wê jî beden hereket kiriye. Ev hereket di nava demê de bûye govend û li her neteweyekê jî babetekî xwe heye.”
‘SERGOVEND TÊ WATEYA SERGOVENDÊ ŞER JÎ’
Varli anî ziman ku govend di pêvajoya dîrokê de rêç û nîşaneya gelê kurd e û têkildarî cudabûna şêweya govendê vê mînakê da: “Mîrekî şervan di sala 1453’yan de ji bo fetha Stenboê diçe alîkariya Siltan Fatîh. Milê Mîr yê çepê di şer de tê jêkirin û bi wî halê xwe vedigere li Colemêrgê. Piştre tê gotin ku li Colemêrgê ji wê dîrokê şûn de govend ji aliyê çepê ve hatiye gerandin. Ji ber sergovend di heman demê de sergovendê şer e jî. Sergovend di heman demê de sergovendê jiyana civaka xwe ye jî. Govend rewş û ronahiya civakê ye û wê jiyanê pênase dike. Lerza bedenê pênasekirina jiyana mirovan e.”
‘ARMANC JI RASTIYÊ DÛRXISTIN E’
Varli konferansa Ingilistanê ya di sedsala 19’emîn de ji bo asîmîlekirina neteweyên di bin kontrola xwe de li dar xistiye, bi bîr xist û der barê armanca vê konferansê de ev tişt gotin: “Ingilîstanê got ku kê bi çi zimanî muzîkê çêdike bila çêbike, lê belê divê ew netew, li gora min mûzîka çêbike. Ji du hêmayên bingehîn yek jê muzîk bû. Lewma ev gav rê ber ji rastiya xwe dûrketina çandan vekir, ji wateya xwe dûr xist. Heke tiştekî ku bi ser wateya xwe mabe, dagirker dixwaze wê tune bike. Wateya vê helwestê ev bû. Wek mînak Konfuçyus dibêje, ‘Heke tu bixwazî neteweyekî tune bikî lazim e ewilî tu muzîkê, pişt re jî zimanê wê neteweyê xera bikî.”
‘DI NAVA DELÎLOYÊ DE MÎSKETA ENQEREYÊ’
Varli li ser polîtîkayên ‘Haydi kizlar okula’ ya bi armcan hînkirina zimanê tirkî û dûrxistina ji zimanê kurdî bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ziman dayîk besî te ye. Ya duduyan jî muzika kurdî ye. Ji destpêka sala 1916’an şûn de, hezaran klamên kurdî wergerandin tirkî. Bingeha giştî ya van stranan govenda kurdî ye. Riha govenda kurdî ye. Tê de berxwedan heye, şîn heye, şahî heye, serhildan heye. Îro di gelek dawêtên me de govenda kurdî ji riha xwe hatiye dûrxistin. ‘Mîsketa Enqereyê’ ketiye nava ‘Delîloyê’. Ew jî pêvajoyeke cuda ye û hewce ye mirov li ser bi mehan nîqaş bike û biaxive.”
‘RÎTMA SEREKE YA ÇANDA KURDÎ GOVEND E’
Têkildarî girîngiya govendê ya ji bo kurdan û cîhanê Varli axaftian xwe wiha domand: “Govend di tevahiya cîhanê de pênaseya çanda neteweyekê ye. Ji bo hemû cîhanê û kurdan ev yek derbasdar e. Ji ber wê jî, dema govend ji ruhê xwe bê dûrxistin an jî bê tunekirin, ritma qelbê wê çandê, tê tunekirin. Ev rîtîm çi ye? Îro cîhan xwedî ritmekê ye, şev û roj û jiyana mirov jî xwedî rîtmekê ye. Zaroktî, ciwantî mezintî bi giştî rîtmek in. Rîtmekî dilê mirov heye, dema disekine mirov dimire. Di çanda kurdî de jî yek ji rîtmeke sereke govend e. Wexta ku di çanda kurdî de ew govend were tunekirin, ew morî û mircan, ew xeml û xweşiya kurdan bi giştî tê tunekirin. Dema ev yek pêk hat jî mirov nikare bi ser navê çanda kurdî bêje ‘ew a min e’.”
‘DAGIRKER JI QÛBÊ DIBEZE’
Varli li ser qedxeyên demên dawî yên li dijî gerandina govendê tên kirin sekinî û ev tişt gotin: “Wexta dîkên kewan dixwazin berdin hev, qûbê dikin û dibêjin, ‘Ê jîr ez im, heke ji te tê, were hember min’. Ew kesê/a ku di govendê de tê serê meydanê, bi tena serê xwe direqise jî ji dijminê xwe re qûbê dixwaze. Ev dagirker jî nikare bêje ez heme. Ew ê bi çi bike? Dê bi qedexeyan, ji bo tunekirinê çi ji destê wan were, dikin.”
‘KÛÇIK KÛÇIKTIYA XWE DIKE LÊ TÛ?’
Varli di berfirehiya nirxandina xwe de bal kişand ser lewaziya xwedîderketina çand û hêmayên bingehîn ên çandî û têkildarî mijarê mînakekî wiha da: “Ev derdekî zor e. Ez dixwazim vê yekê bi mînakekî bînim ziman: “Hekîmê Loqman dema di rê de dimeşiya gundiyek bang lê kir. Gundî jê re got, ‘Hekîm, va ye lingê vî kûçikekî şikiyaye, were lingê wî bicebirîne’. Hekîm li cem kûçik rûdine û lingê kûçik dicebirîne. Demek bi ser ve derbas dibe û Hekîm ji heman gundî careke din dîsa derbas dibe. Kûçik rê nade hekîm. Ew mirovê ku rojê bang li Hekîm kiribû ji Hekîm re wiha got: ‘Mêze bike Hekîm te nehişt bicehnime, a niha jî rê nade te.’ Hekîmê Lokman jê re wiha dibêje, ‘Lawo ez hekîm im, min hekîmtiya xwe kir, ew jî kûçik e lazim e kûçiktiya xwe bike, lê belê de ka tu çi dikî? En me mîna vî gundiyî ne. Dema ku rola xwe bilîstana, nedikarîn êrişan bikin. Ji ber hekîm hekimtiya xwe dikin û ê din jî bila karên xwe bikin. Lê lê yên ku karê xwe nakin ew derdekî giran e. En ku çanda kurdan bêhtir xera dikin, sazî û dezgehên me ne.”
‘DIVÊ RIHÊ ÇANDÊ WERE PARASTIN’
Varli di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez kurd im û perçeyekî neteweya kurd im, divê rola xwe bi awayekî rast pêk bîne û der barê polîtîkayên asîmîlasyonê de ev tişt gotin: “Em dikarin îdia bikin ku muzîka ji sala 1916’an ber îro ve hatiye çêkirin, bi bingeha xwe ve kurdî ye. Ji ber rihê wan nehatiye guheztin. Lê mixabin sazî û dezgehên me, ew kesên bi ser navê çanda kurdî û muzîka kurdî xebatê dikin, dema em ji wan muzîkê guhdar dikin, em nikarin siberojê ji wê re bêjin ‘Ev muzîka kurdî ye’. Ji ber rihê wê ne bi kurdî ye. Tenê gotinên wê bi kurdî ne. Lewma divê em rola xwe rast bilîzin, kesên hunermend, dîrokzan, zimanzan her kes ji bo vê neteweyê, ji bo vî gelî û civakê divê rola xwe rast bilîze, karûbarên xwe rake ser milê xwe û barê xwe nexin erdê û neşkinîn.”
MA/Mujdat Can