DÊRSIM - Kesên tev li Mihrîcana Mûnzûrê bûne destnîşan kirin ku bi salan e li dijî polîtîkayên yekperestiyê têkoşînek heye û gotin: “Li cihekî jî her tim têkoşînek jî heye. Nikarin wê jî asteng bikin.”
Di 22'yemîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê ya bi dirûşma “Em ê destûrê nedin xespkirina xweza û îradeya xwe" tê lidarxistin de yek ji mijarên tê nîqaşkirin jî asîmîlasyon e. Kesên li hemberî rexneyên li dijî mihrîcanan nirxandina “vegera xwebûnê” kirine bi ser polîtîkayên asîmîlasyonê sekinîn.
‘ASÎMÎLASON QIRKIRINA ÇANDÎ YE’
Alî Tekçî diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sed salan zêdetir e bi ser elewiyan û kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin û wiha got: “Bi avakirina komarê ve polîtîkayên asîmîlasyonê pisportir dane meşandin. Li vî welatî nasnameyên cuda hatin tunekirin, polîtîkayên qirkirinê hatin sepandin. Bêguman ev yek qirkirinekî çandî jî ye.”
Kiliç diyar kir ku li Dêrsimê asîmîlasyon hem di hêla zimanî hem di hêla baweriyê ve tê meşandin, bal kişan ser bikaranîna zimanê zikmakî ya di her qedekî de û ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî her cure tundiya li hemberî hebûn, yekitî, nasname, ziman, bawerî, çand, dîrok, xweza û jinan li ber xwe bidin.”
‘BERXWEDAN DIDOME’
Mûrat Înceler ciwanên li Mêrsîn, Agirî, Sêrt û Stenbolê ji ber govendê gerandine, hatine binçavkirn bi bîr xist û wiha got: “Nexwe digotin me televîzyonekî bi kurdî çêkir. Jixwe em ne li bende ne ku ew demokrasiyê pêk bînin. Em ji feraseta DAIŞ’ê bendewariya demokrasiyê nakin. Asîmîlasyon sûcê li dijî mirovahiyê ye, polîtîkaya îmhakirin û qirkirinê ye.” Înceler diyar kir ku li dijî van polîtîkayan têkoşîna siyasî û civakî jî girîng e û ev tişt anî ziman: “li hemberî ewqas êrişan jî têkoşekî şênber jî heye. Hema bêje li her derekê binçavkirin hene. Tevî vê yekê jî berxwedan didome. Têkoşîn her tim li her derekê heye.”
JI BO JIYANA BI HEV RE…
Alî Avcioglû da zanîn ku her tim zext li ser baweriya elewiyan hate sepandin û wiha got: “Em heye îro tune hatin hesibandin. Bi zor û zextan polîkayên asîmîlasyonê didin meşandin û baweriya me bi yek ziman, yek dewlet, yek al û yek netewê tînin. Em çiqas bêdeng mabin me ewqas zilm dît, li erdnîgariya me bêhtir mirin çêbûn û em bêhtir ji welatê xwe hatin derxistin. Lê belê em dîsa jî xwişk û biratiyê, jiyana bi hev re diparêzin. Em ê di vê yekê de israr bikin û li ber xwe bidin.“
‘JI BER SER NAYÊ TEWANDIN ZEXT ZÊDE DIBIN’
Emrah Akdag Komkujiya Dêrsimê bi bîr xist û ev tişt gotin: “Komkujî ne tenê kuştina mirovan e. Tê wateya tunekirina ol, çand, bawerî û civakekê. Lewma polîkayên asîmîlasyonê yên sed sal in didomin gihiştine asta herî jor. Taybetî li Kurdistanê li dijî van polîtîkayan berxwedanekî komî û hemberderketin heye. Ji ber gel serî natewîne. Dixwazin her tiştekî mirovan tune bikin. Bi qasî ku em bi awayekî sîstematîk hebûna xwe neparêzin dê encamgir nebe. Li Kurdistanê di hilbijartinê de gelek şaredarî hatin bidestxistin. Heke xizmetên şaredariyê bi her awayî pirzimanî neyên meşandin em nikarin li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê bisekinin.”
‘ASÎMÎLASYON SÛCÊ LI DIJî MIROVAHIYÊ YE’
Mahmût Kizilboga destnîşan kir ku asîmîlasyon sûcê li diijî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Her ziman û çandekî vî welatî rengek e. Ziman habûnên neteweyî ne. Li ku derê zimanek were axaftin divê ez ziman were parastin û ev yek bibe polîtîkayekî dewletekî. Di dibistanan de divê ev yek were parastin û pêşxistin. Divê mafê perwerdehiyê wek mafekî di qanûnan de cih bigire.
Arîf Çelebî anî ziman ku bêyî zimanê mirov ne çand ne jî pêşeroja mirovan çêdibe û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin her mirovek ziman û çanda xwe bijî. Divê em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û çanda xwe biparêzin. Dema em dest bi dibistanê dikin neçar dimînin ku bi tirkî hîn bibin. Em bi vî awayî malbatên xwe jî bandor dikin û asîmîle dikin. Lê belê heke di zimanê zikmakî de perwerdehî hebe dê pirsgirêkekî wiha jî nebe.”
MA / Rûkiye Adiguzel-Şîlan Çîl