Ocalan: Feraseta îqtîdarê ya ol, feraseta olê bi maske ye

img
NEVENDA NÛÇEYAN - Îqtîdara AKP'ê muzeya Ayasofya kir mizgeft û di 24'ê Tîrmehê de bi şûr nimêja înê kirin. Vê yekê dîsa niqaşên “xîlafetê” pêş xist. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di gelek hevdîtin û analîzên xwe de diyar kir ku feraseta îqtîdara AKP'ê ya ol, feraseta olê bi maske ye. Di esasê xwe de îman tune ye. 
 
Hikûmeta AKP'ê muzeya Ayasofya kir mizgeft û di 24'ê Tîrmehê de bi şûr nimêja înê bi girseyî kirin. Kovara Gerçek Hayat a girêdayî Koma Meyda Albayrak di perga kovarê de sernavê "Ji bo Xîlafetê kom bibin" derxist pêş. Ev bang bû rojev. Her çend sazumankarên AKP'ê jibo banga “Xilafetê” daxuyaniya “Avakirina Berberiya siyasî ya têkildarî rejîmê şaş e" bikin jî, nîşan dide ku ji niha û şûnde AKP-MHP dê rotayek çawa xêz bikin. Disa nîşan dide ku AKP û MHP ê bi kodên çawa têkeve hilbijartinê. 
 
Gelek nivîskar, rewşenbir di pirtûk û gotarên xwe de diyar dikin ku têkiliya îqtîdarê û ol-îslama Siyasi bi hevre heye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di hevditinek xwe ya sala 2011'an de ji bo îqtîdara gotibû “Feraseta vana ya ol, feraseta olê bi maske ye. Şekli û usuli ye. Di esasê xwe de îman tune ye." Ocalan di pirtûka xwe ya "Di pirsgirêka Ol de nêzikatiyek şoreşgerî" 
wekî nerîna îqtîdarê ya durî û paşverû ya li hemberi îslamê digire dest. 
 
'ÎSLAMA RAST ÎSLAMA MEDÎNE YE' 
 
Di sala 2011'an de Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdoğan li ser gotina “Zerdüştî" tevgera Kurd kir hedefa xwe. Piştî vê yekê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser vê meseleyê analîzek berfireh dike. Ocalan diyar kir ku ji bo wî bi gotina “Zerdüşt” dij propagandayan dikin. Ocalan têkildarî mijarê bi rêya parêzeran wiha gotibû: “Li dijî min wekî ez Zerduştî me propagandayan dikin. Ez dixwazim bersîv bidim. Li dijî ninêjên înê rexne dikin. Ezê bersîva vê yekê bidim. Min di pirtûkên xwe de jî anîbû ziman. Min diyar kiribû ku bandora Zerduştiyê li ser gelek olan heye. Hêj cenazeyê Hz. Muhammed li holê bû şerê îxtîlafê dest pê kir. Cudabûn û perçebûnê dest pê kir. Aliyê îqtîdarê û aliyê saltanatê. Niqaşên di nava Îslam û Ola Rastîn a Îslamê (Îslama Medîne) de zêde dibin. Hêj cezanazeyê Hz. Muhammed li erê bû, feraseta Emeviyan a alîgirê Saltanatê ku xwe bi pir alî veşartibû û di nava musulmanên durist ku serkêşiya wê Hz. Ali dikir pevçûn dest pê dike. Di vê serdemê de feraseta Emeviyan xwe pir veşart. Neviyên Hz. Muhammed ku Muhammed pir ji wan hez dikir Hz. Huseyin bi hovîti qetil kirin. Ji wê rojê heta niha di nava îslama îqtîdarê û Îslama rast de şerek heye. îqtîdara Îro jî ji kevneşopiya Îslama Îqtîdarê tê. Îslama Rastîn Îslama Medîne ye. Em ji vê yekê re dibêjin Peymana Medineyê. Peymana Medineyê hemû civakan hembez dike. Hemû civakên li Medîneyê dijîn li ser xalên vê peymana Medîne li hev dikin. Peymana Civaki ye. 
 
ÎSLAMA KU FERASETA KAPÎTALÎZMÊ AVA KIRIYE
 
Ocalan, anibû ziman ku yên propagandayê dikin, wekî “Projeya Nifşê Kesk ên ku DYA'ê di salên 70'an de derxistiye holê" niraxnd û wiha gotibû: “Wekî Îslama Radikal -El-Kaide, projeya ku DYA derxistiye holê ye. Lîstik anîn serê El-Kaideyê jî. Kuştina Serokê El-Kaide an jî wekî ku hatiye kuştin, nedîtina cenaze, ev hemû perçeyên vê lîstikê ne. Wekî min qal kir berhemên projeya Nifşê Kesk e. Ladîn hatiye kuştin an jî nehatiye kuştin ne diyar e. Hem îslama Radikal û hem jî Îslama nerm, her du jî berhemên DYA ne. Îqtîdara îro ya berhemê Îslama Nerm a ku DYA ji salên 1980'ê heta niha li Tirkiyeyê ferz dike ye. Piştî darbeya 12'ê Îlonê li Tirkiyeyê li şûna ‘Neteweya Laik, feraseta Îslama Mîlletgir bi cih kirin. Îro feraseta Îqtîdarê ya îslamê feraseta îslama ku DYA û kapitalizmê ava kiriye ye. Ji ber vê yekê Refah û Saadet belav kir û li şûna wê îqtîdara îro anî. 
 
FERASETA OLÊ BI MASKE 
 
Ocalan di analîzên xwe de destnîşan kiribû ku Îqtîdara AKP'ê bi kapitalizma DYA'yê re tam di nava hevsengiyekê de ye û wiha gotibû: "Îslama Îqtîdarê nûnertiya îslama Saltanatê dike. Tu eleqeya wê ya dîn û îmanê bi hev tune ye. Feraseta vana ya ol, feraseta olê bi maske ye. Di esasê xwe de îman tune ye. Di cewherê xwe de îslamê û ol înkar dikin. Îbadetên wan sexte û şeklî ne. Divê gelê me feraseta vana ya ol baş zanibe û nas bike. Divê hişyar bin. Tu eleqeya vana û ol bi hev tune ye. Divê kes guh nede vê feraseta vana." 
 
NERÎNA WAN A LI ÎSLAMÊ DURÛ YE
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di pirtûka "Li pirsgirêka ol nerîna Şoreşgerî de diyar diki ku îqtîdara serdest li olê îslamê durû dinere û wiha dibêje: “Ev kesana dema rêberiya îslamê bi dest dixin, taybetiyên Îslamê yên herî rastgir, yên herî ganimetkar û yên herî xedar esas digirin.  Li şûna îslamê li gorî şoreşa rastîn bi teşe bikin, aliyê herî rastgir, paşverû û kujer derdixin pêş. Çîna serdest a Tirk û avabûna feodaliteya tirk di vî milî de paşverû ye. Li dijî cewherê şaristaniya Îslamê ye. Îslama sexte diparêzin. Di cewherê wê de îslamê paşve dibin û dixin bin kontrola xwe. Nûnerê herî sexte yên îslamê ne. Di vir de şoreş û roşegerî tune ye. Mirov dikare vê yekê di hilweşîna împaratoriya Abbasî û hilweşîna dewleta Îranê de jî bibîne." 
 
LI PEY FETHÊ NE 
 
Ocalan, bal kişandibû ser serdemên borî yên nêzîkatiya Îslamê û wiha gotibû: "Wê demê bi temamî li ser xesp û talankirinê diçûn. Tu fêdeya wan ji şaristaniyê re nebûye. Tu tişt pêş nexistine. Her tim ketine pey fetihkirinê. Her tim ketine pey axa nû. Her tim jibo xespkirina axê xwe wekî erkdar dîtine. 
 
WEKÎ ÎSLAMPARÊZ XUYA DIKIN LÊ LI DIJÎ ÎSLAMÊ NE 
 
Ocalan di analîzên xwe de anîbû ziman ku Îqtîdarê piştî xwe nêzî NATO kir û berê xwe da Rojava û xwe avêt stara bîrdoziya rojava, wê demê olê îslamê terk kirin û wiha gotibû: “Di cewherê xwe de li dijî îslamê ne. Wekî îslamparêz xuya dikin. Lê di cewherê xwe de li dijî îslamê ne. Ji ber ku piraniya gel musliman in bi olê îslamê wan dixapînin."