Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
- aborî-ked
- 09:06 25/10/2021
Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîne petixan çandiye, bi van gotinan bertek nîşanî xesara ku dikin da: "Me îsal ji binî ve xesar kir. Heta kuderê xesar?"
Cotkar Ferhat Încesû ku cara yekemîne petixan çandiye, bi van gotinan bertek nîşanî xesara ku dikin da: "Me îsal ji binî ve xesar kir. Heta kuderê xesar?"
Recep Okkaşê 27 salî diyar kir ku ji ber zemên her roj tên kirin xeyalên xwe taloq kiriye û Alî Kaya yê 75 salî yê ku li kuçe û kolanan tizbî û gustîlkan difiroşe, got: "Dawî kendal e."
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku divê her kes li dijî pergala talanê dengê xwe bilind bike û heke kes dengê xwe bilind neke wê budçeya sala 2022'an jî wê bibe budçeya qesrê, alîgir û şer.
Haci Demîr ê ku 44 sal in li Tarsûsê sewalkariyê dike bertek nîşanî zêdebûna bihayê êm, ka û dermanan da û got: "Êdî em nikarin bigihîjin leza zeman.”
Aborîzan Ramazan Tûnç, anî ziman ku sedemeke sereke ya krîza aborî jî helwesta ewlehîparêz a ji bo meseleya kurdî ye û malîyeta vê polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e.
Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Yilmaz Yildirimci, anî ziman ku li şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin karker bi mobbîng, tahde û gefxwarinê re rûbirû dimînin û got: "Endamên me bi hincetên bêbinî tên îxrackirin."
Esnaf, xwendekar û betalan, destnîşan kir ku demildest divê ev îqtidar bê guhertin û gotin: "Quşxane dê hikûmetê hilweşîne."
Di budçeya Wezareta Tenduristiyê ya sala 2022'an de rexmî pandemiyê jî ji bo xizmetên parêzker ên tenduristiyê 38 milyar û 728 milyon û 635 hezar TL hatiye veqetandin. Lê ji bo avakirina nexweşxaneyên bajar ku veguherîne ranta înşaatan 21 milyar û 564 milyon û 904 hezar TL hatiye veqetandin.
Peymana kar a 3 karkerên Şaredariya Agiriyê ku hat diyarkirin ji bo sendîkayê biguherînin şaredar gef li wan xwariye, hat fesixkirin.
Şandeyek HDP’ê di çarçoveya “Hevdîtinên Budçeyê” de serdana KESK’ê kir û di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê budçeyek alîkariya aştî û kedê bike were veqetandin.
Dolar derket 9.37 TL’yî û li dijî pereyê tirk gihîşt asta herî bilind.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê di “Hevdîtinên Budçeyê” de axivî, wiha got: “Rêya çareserkirina pirsgirêkan, di siyaseta demokratîk re derbas dibe. Aştî encex li ser bingeha siyaseta demokratîk were avakirin û mayînde kirin.”
Welatiyan anîn ziman ku ji ber bihabûna ji ber zêdebûna dowîzan çêdibe êdî nikarin debara xwe bikin û ji bo daxuyaniyên îqtidarê yên têkildarî aboriyê gotin: "Em bawer nakin, ji lew re tê serê me."
Di Pêşnûmeya Qanûna Budçe ya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022’yan a pêşkîşê Serokatiya Meclîsê hat kirin de, budçeya ji bo Parastin û Ewlekariyê hat veqetandin ji sedî 30 zêde bû. Budçeya parastinê, bi vî awayî bû 181 mîlyar lîre.
Koçerên ku ji ber qedexekirina zozanan zehmetiyê dikişînin, îsal ji ber bihabûna kayê bifikar in ji bo xwedîkirina hewaynên xwe. Koçerên îsal zû ji zozanan vegeriyan gotin: "Bila qedexeyên eskerî bên rakirin."