Kêmkirina KDV'ê pişta dikandarên biçûk şikand
- aborî-ked
- 09:00 18/2/2022
Endamê Desteya Rêvebir a Federasyona Perakendefiroşan a Tirkiyeyê Mahîr Alici, destnîşan kir ku ji bo erzaq kêmkirina KDV'ê esnafên biçûk li ber ên mezin eciqandiye û got: "Em berên ku me bi KDV'yeke ji sedî 8'an stendibû, niha bi KDV'yeke ji sedî 1 difiroşin. Berpirsê van zeman ne em in."