Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
- aborî-ked
- 09:00 11/6/2022
Li Şirnexê şîrketên îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtibûn ji ber zêdebûna maliyetê dest ji îhaleyê berdane. Ji ber vê îhale hatiey betalkirin.
Li Şirnexê şîrketên îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtibûn ji ber zêdebûna maliyetê dest ji îhaleyê berdane. Ji ber vê îhale hatiey betalkirin.
Nelirêtiyeke bi 40 milyon lîreyan a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman hate tespîtkirin. Li gel ewqas nelirêtiyan jî Yaman îro hêjta weke Serperiştê Mûlkiyeyê li ser peywira xwe ye.
Karkerên ku li DEDAŞ’ê ji kar hatine derxistin diyar kirin ku bi leşker û polîsan re diçûn ser karê xwe û wiha gotin: “Hinek karmendan têl bi saetan ve girê didan û piştre jî cezayên giran li wan dibirîn.”
Welatiyên ku li ser sînorê Silopiyayê bazirganiyê dikin diyar kirin ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi awayekî keyfî tên sekinandin û wiha bertek nîşan dan: “Bi van sepanên xwe dixwazin gelê herêmê debara xwe neke û birçîtiyê lê ferz dikin.”
Li Amedê Safiyete Dun ku mehek e li xaniyê kirê digere û dike nake xanî bi dest nakeve got: "Hinek hene kirêya xwe pir biha ye û bi piranî jî dibejin divê hûn karmend bin. Ma qey her kes karmend e? Ma wê xizan bi ku ve biçin?"
Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber zextan ji bêgavî kargeha xwe girtiye, anî ziman ku huner serî natewîne û got: "Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye."
ESM û EMO'yê bertek nîşanî zemên hatine ser ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê da û diyar kir ku desthilat hemû barê krîzê datîne ser pişta gel.
Li gundê Xanika Jêr ê navçeya Çinarê cotkar ji ber ku heqê bîçerê biha biha bûye nikarin zadê xwe rakin.
Esnafên ku li Amedê têkberên spî û mobîlyayên xilmet difiroşin diyar kirin ku hêza kirînê ya gel zêde ketiye û êdî nikarin eşyayên xilmet jî bikirin û wiha gotin: “Ne kesek dikare bikire û ne jî em dikarin bifiroşin.”
Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona salane di meha gulanê de ji sedî 160 derbas kir.
Rêzemarkêtên ku kolan bi kolan tên vekirin dikin ku dikanên taxan yek bi yek îflas bikin. Esnafên biçûk ên Amedê diyar kirin ku gel pereyê hazir dide markêtan û ji wan jî tiştan deyn dikirin. Esnafan got ku hêza wan a li hemberî rêzemarkêtan nema ye û xwestin ku gel li wan xwedî derkeve.
Serokê Odeya Komîsyonvanên Fêkî û Zebzeyan ê Amedê Firat Taş diyar kir ku di 2 salên dawî de ji 218 dikanan 148 jê hatine girtin.
Bargir, simsar û esnafên hala zebze û fêkiyan a Amedê bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî û gotin : “Yên ku mastê gamêşan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe."
Egitim-Sen a Şaxa Amedê xwest Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ku di 3'yê Sibata 2022’yan de di meclîsê re derbas bûbû, paş de bê vekişandin.
Cotkarên ku li baxçeyên Hewselê çandiniyê dikin, anîn ziman ku ew tov, sotemenî û gubreyê bi deyn dikirin û ev bang li desthilatê kirin: "Bila şer û çekan deyne aliyekê û ji pirskirêkan re çareseriyê bibîne."