Keda zarokan tê xwarin, heqdesta wan tenê 3 lîre û nîv e
- aborî-ked
- 09:33 17/2/2018
Li Tarsûsê, li malekê bi awayekî derî tomarkirinê pirase bi zarokan tê paqijkirin. Serê qaseyê 3 lîre û nîvan didin zarokên penaber û 7 lîreyan jî didin zarokên din.
Li Tarsûsê, li malekê bi awayekî derî tomarkirinê pirase bi zarokan tê paqijkirin. Serê qaseyê 3 lîre û nîvan didin zarokên penaber û 7 lîreyan jî didin zarokên din.
Nivîskar Yusuf Gursucu, aşkera kir ku AKP'ê çawa di medyayê de pergala "hewzê" ava kir, bi heman şeklî di sanayiya parastinê de jî pergalek ava kiriye û ev tişt got: "Ne bacê didin ne jî SSK'ê. Pêwîstî bi erd hebe, erd didin. Kesên di vê qadê de bixwazin razemeniyê bikin, teşwîqên gelek mezin hene."
Karkerên Kod-A Bîlîşîmê yên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, di berxwedana 137 rojan de ev tişt gotin: "Ne 137 roj, hezar û 37 roj jî derbas be, em ê berxwedana xwe dewam bikin. Heta em mafê xwe bigirin dê têkoşîna me dewam bike."
Cotkarên li Borseya Sewalan a Agiriyê diyar kirin ku karê xwedîkirina sewalan û têcirin baş naçe û bi salan e bi qirîzek wiha nû re rû bi rû mane û şerê diqewime krîza aborî kûr dike.
TUÎK’ê daneyên betaliyê yê meha mijdara 2017'an aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya betaliyê zêdeyî ji sedî 10’an e. Ji xeynî kesên ku heviya xwe ji kar qut kirine 3 milyon û 275 hezar mirov li kar digerin.
Karkerên li Hadimkoyê di Fabrîqeya Kîmyawî ya Akkîmê de dixebitîn, ji ber ku mafên xwe yên sendîkayê xwestin ji kar hatin avêtin. Kaker ji bo vegerin karê xwe 200 roj in di çalakiyê de ne.
Hevparên Ked û Demokrasiyê, xwestin Hevserokê Şaxa BES’ê yê Amedê Bedîrhan Çetînkaya yê li Enqerê hat binçavkirin bê berdan û gotin nabe ku rexne mîna delîlê sûc bê nîşandan.
Yek ji bajarên hejmara pez lê zêde ye Wan e. Di salên dawî de hejmara pez kêm dibe. Serokê Desteya Rêveber a Odeya Çandiniyê Hasan Ozgokçe, destnîşan kir ku ji bo sewalvanî ji nû ve pêş bikeve divê qedexeya li ser sewalvaniyê bê rakirin.
Endamê Meclîsa ÎSÎG'ê Murat Çakir, diyar kir ku di serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Çakir, anî ziman ku berê di qezayan de jiyana xwe ji dest didan, niha jî ji ber deynan întihar dikin."
Karker û kedkaran destnîşan kir ku herî zêde şer bandorê li wan dike û êdî carinan dem tê ew nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî peyda bikin. Yek ji van karkeran Guven Gokcan got pereyê her guleyeke ber bi Efrînê ve tê berdan ji bêrîka wan derdikeve.
Cotkarên Samandagiya Hatayê ji rewşa heyî nerazî ne. Cotkaran got ew heta qirikê di nav deynan de ne û her sal dibêjin xwezî bi par.
Cotkarên Colemêrgê hezar û 200 proje pêşkêşî Wezîrê Sewalkarî û Çandiniyê Ahmet Eşref Fakibaba kirin û xwestin sozên ku daye wan bîne cih. Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Naîf Onal, aşkera kir ku heke projeya wan bê qebûlkirin, dê girêdana ji derve re çareser bibe.
Li Wanê zarokên ku ji gelek qadan nan dibin loqenteyan, ji bo 20 TL û 10 nanan, 12 saetan li ser piyan dixebitin.
Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen, diyar kir ku zeviyên çandiniyê yên ji bo îmarê tên vekirin bi lezgînî dikin beton û wiha got: “Nifûs zêde dibe, qadên çandiniyê kêm dibin.”
Şerê li herêmê bandorek neyînî li ser aboriya esnaf û karkeran dike. Esnafên ŞUTÎM'ê diyar kirin ku şer bandorek neyînî li ser aboriya wan dike û wiha gotin: "Şer heye mirov ditirse kirîn û firotinê bike"