Li Somayê mîdîbusa madenvanan û qamyon li hev qelibîn: 26 kes birîndar bûn
- aborî-ked
- 10:26 28/10/2019
Li Somayê, mîdîbuseke ku serwîsa madenvanan dikir û qamyonek li hev qelibîn û 26 kes birîndar bûn.
Li Somayê, mîdîbuseke ku serwîsa madenvanan dikir û qamyonek li hev qelibîn û 26 kes birîndar bûn.
Cotkarên Qoserê, diyar kirin ku desteke ji bo çandiniyê kêm e û gotin: "Heger wisa dewam bike, wê sala bê cotkar dev ji pembo berdin. Em ê bîrên xwe bigirin, traktorên xwe bifiroşin û karine din bikin."
Endamê Desteya Rêvebir a TOMÎS'ê Dilbirîn Acar, hevdîtinên TÎS'ê yên ji bo pîşesaziya metalê didomin û helwesta sendîkayên erkdar nirxand û got: "Li ser maseya peymanê nan û rûmeta 130 hezar karkerên metalê heye. Li karkerên metalê ferzkirina şertên koletiyê, îxaneta herî mezin e."
Li Mûşê ku di warê çandinî û sewalvaniyê de di nav 10 bajarên di rêza ewil de ne cih digire, ji ber polîtîkayên hikûmetê sewalvanî û çandinî di xeterek mezin de ye. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen'ê Fatîh Sondûk, got: "Êdî mirov naxwazin çandinî û sewalvaniyê bikin."
Serokê Giştî yê HABER-SEN'ê Mûsa Ozdemîr, diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê aborî û demokrasiyê ye û rexne li operasyonên leşkerî kir.
Ebrû Ozel ku şert û mercên karkerên demsalî yên jin nirxandin, diyar kir ku karkeriya derveyî tomarkirinê û demsalî tenê di dema mirinên girseyî de dibe rojev û bal kişand ser têkoşîneke hevpar.
Esnafên Bazara Semtê ya 2'yê Nîsanê ya navçeya Rêya Armûşê anîn ziman ku piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza aborî kûrtir bûye.
Lîjneya Polîtîkayên Dirav a Banqeya Navendî, faîza repoyê ya hefteyekê ji sedî 16,5'an daxist ji sedî 14'an.
Cotkarên silqok û kartolan diçînin, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetên gubre, mazot û ceryanê xisirîne û gotin: "Em zehmetê dikişînin, lê tiştekî qezenc nakin."
Pisporê DÎSK-AR'ê Denîz Beyazbûlût, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hejmara kesên betal her diçe zêdetir dibe û got, nexasim jî hejmara jinên ciwan ên betal ji Tîrmeha 2005'an ve bûye 41.2.
Odeya Bijîşkan a Stenbolê bertek nîşanî girtina Hevşaredarê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli da û got Mizrakli nûnerê biratiyê ye.
Ji ber krîza aborî, di 3 salên dawî de li Sîteya Komirvanan nîviyê esnafan dikanên xwe girtin. Komirvanan, bilêv kir ku wê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîza aborî kûrtir bike.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk derbarê du mamosyên li Nisêbînê ji ber gilîkirina nuçegihana ÎHA’yê ji peywirê hatin dûrxistin de, daxuyanî da û got: “Em ê li dijî şer, rant, talan û artêşa dizekan helwesta xwe ya aştiyane dewam bikin.”
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, diyar kir ku bandora krîza aborî li ser hemû beşên civakê belav bûye, lê tevî vê yekê Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Paylan, destnîşan kir ku şer li ser xizanan fînanse dikin û bi pereyê bêrîka xizanan şer dikin.
Karker û kedkarên li Stenbolê dijîn, li dijî şerê ku li ser Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku naxwazin fatûreya şer bidin.