Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
- aborî-ked
- 15:06 15/11/2019
Li Taksîmê di kêliya hilweşandina avahiyeke ku talûkeya hilweşandina wê hebû de karkerekî birîndar bû.
Li Taksîmê di kêliya hilweşandina avahiyeke ku talûkeya hilweşandina wê hebû de karkerekî birîndar bû.
Midûreyat Polîsan a Enqereyê, dawî li karê 300 îşportavanên li Kizilayê di saetên êvaran de dezgehan vedikin û alav û amûran difiroşin anî. Her çend Walîtiya Enqereyê ev yek red kir jî rayedarekî şaredariya Çankayayê diyar kir ku "Vekirina Îşporta li vir sûc e."
Platforma Şaxan a Sendîkaya Karkeran a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser kriza aborî û întîharên dawî, daxuyanî dan û diyar kirin ku ya dibe sedema întîharê xizanî, sefalet û kriza aborî ye.
Li Lîjneya Giştî ya Meclisê dewrkirina peywir û rayeyên BDDK'ê ya ji bo Bankaya Navendî hat gufûgokirin û qebûl bû. Bankaya Navendî, di hêla diravdanê de dê bibe otorîteya rayedar.
Girêdayî Wezareta Karên Hundir bi giştî 323 hezar leşkerên bê paye yên bi pere û polis û notirvan dixebitin. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê timik hejmara personelên wezaretê zêde dibin. Xerckirina ser diravdaniyê ya Wezaretê ku di sala 2019'an de ku 14 milyar bû, di 2020'an de dê derkeve 24 milyar TL'yî.
Mêrsîniyan dan zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava krîza aborî kûr kiriye û gotin: “Çi karê me heye li Sûriyê? Ev şer aboriya me têk dibe.”
Akademîsyen û siyasetmedar Nesrîn Nas, bal kişand ser rewşa krîza aborî û diyar kir ku êdî rewşa mirovan a hilberîn û afirandinê nemaye. Nas, da zanîn ku ji ber krîza aborî mirov ne dikarin hilberînin û ne jî dikarin serf bikin û bacê bidin.
Welatiyên berê xwe dan Bazara Wesayîtan a Tûşbayê, ji ber krîza abor, bihabûna sotemeniyê, zemên ji bo sîgorte û kaskoyê hatine kirin wesayîtên xwe difiroşin. Welatiyan, got: "Ên difiroşin pir in, lê yên bikirin tunene."
Karkerên Elya Centerê yên 3 mehin nikarin heqê keda xwe bistînin, li pêş şirketê daxuyanî dan. Polîsan mudaxaleyî çalakiya karkeran kir. Nûnerê ÎYÎ-SEN'ê Ugur Yildirim, diyar kirin ku daxwaza heqê kedê li gorî kijan zagonê sûc e. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeya "Karkerên Înşaetê ne kole ne" berz kirin.
Osteyê tembûran Engîn Karahan ê 25 salin li Semta Tuzluçayir a Mamak a Enqereyê tembûran çê dike, diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî tenê li ser daxwaz û sparîşan tembûran çê dike.
Li Enqereyê 30 karkerên înşatê yên nikarin heqê xwe bistînin li pêş fîrmaya ku lê kar dikin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Amediyan, anî ziman ku maliyeta şer li gel tê barkirin û bal kişandin ser krîza aborî. Amediyan, got: "Mitbex dişewite. me goştê sor ji bîr kiriye, êdî em di xewna xwe de jî nabînin."
Endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê yê berê Îdrîs Îlhan bi boneya gotibû rewşa aboriyê nebaş e 20 roj girtî mabû got: “Belkî ez werim girtin lê ez ê dîsa bêjim. Ekonomî di rewşek kambax de ye.”
Li Saraykoyê, traktora karkerên çandiniyê lê siwar bûn qulipî û 9 karker birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Velat Kaya, anî ziman ku pêdiviya civakê ne bi şer bi aştiyê heye û got, ji bo budçeya ji şer re hatiye veqetandin ji bo kedkaran bê veqetandin wê di 23'yê Mijdarê de li Enqereyê bin.