Koçak: Hikûmetê karker xistin bin deynan
- aborî-ked
- 09:02 31/8/2020
Civaknas Hakan Koçak, diyar kir ku ji 3 karkerên li kolanê yek jê betal e û wiha got: "Hikûmetê di pêvajoya şewbê de di bin navê krediyê de xistin bin deynan. Lê sendîka parastin.
Civaknas Hakan Koçak, diyar kir ku ji 3 karkerên li kolanê yek jê betal e û wiha got: "Hikûmetê di pêvajoya şewbê de di bin navê krediyê de xistin bin deynan. Lê sendîka parastin.
Sewalvanên Wanê ku ji bo heywanên xwe ji bajarin din giya û kayê peyda dikin, destnîşan kirin ku piyase di destê qereborseciyan de ye û gotin, wê zivistana îsal zehmet derbas bibe.
Rojnamevan Bahadir Ozgur anî ziman ku ji zûv de ye îqtidara siyasî nikare der barê texrîbata ji ber krîza aborî û pandemiyê rû daye de polîtîkayek hilberîne û got. "Li paşperdeya propagandaya piroleyî ya di ser rezerva gaza xwezayî ya li Behra Reş de ev tişt heye."
Cotkar ji ber polîtîkayên çandinî û sewalvaniyê yên heyî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şehmûs Kûlan ku 40 sal in çandiniyê ike, anî ziman ku genimê ku çandiye hema bibêje fiyetê wî û kayê yek e û got: "Halê cotkaran ne tu hal e."
Welatiyên ku bandor ji krîza aborî û pandemiyê girtine gotin: "Kar û bar tuneye. Em perîşan bûne. Ma em ê çawa debara xwe bikin?"
Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê daxuyanî dan û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kirin.
Di şantiya firmaya rêya di navbera Pirsûs û Kaniya Xezalan çêdike de, di nava heftiyekê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Ajokarên kamyon û TIR'an ên di Deriyê Sînorê Xabûrê re derbas dibin, li dijî girankirina karên derbaskirina sînor çalakî li dar xistin. Ajokarên ji ber sepandina testa vîrûsê ya 36 saetan mexdûr dibin, çalakî li dar xistin.
Bihabûna fiyetên wesyaîtên destê dudoya bandor li firotinê jî kir. Kesên ji bo kirîna wesayîtan tên, ji ber ku fiyetên wan biha ne tenê li wan mêze dikin û diçin.
Cotkarên ku li navçeya Germencîkê dest bi berhevkirina hejîrên hişk kirine, diyar kirin ku heqê gubre, mazot, av, derman û ceryanê pir biha ye û gotin: "Keda cotkaran ji bazirganan re diçe." Her wiha karkeran jî anî ziman ku rojê 12 saetan dişixulin û heqdesta wan 70 lîre ye.
Aborîzan Prof. Ahmet Şahinoz, Prof. Dr. Veysel Ulusoy û Prof. Dr. Mustafa Durmuş, 'Mizgînî' ya Erdogan nirxandin û diyar kirin ku tu fêdeya “Mizgîniyê" ji aboriyê re tun ye. Aborîzan Şahinoz, anî ziman ku Tirkiye dê her tim di zirarê de be.
Li Rihayê cotkarên dest bi berhevkirina fisteqan kirin, ji bazirganên ku kîloya fisteqan bi 16 lîreyan dikirin û diçin bi 80 lîreyî difiroşin bi gilî gazind in. Cotkarên ku ji ber deynên xwe fisteqên xw ebi erzanî difiroşin, dixwazin dewlet fiyetekî diyar bike.
Seroka Giştî ya Egîtîm-Senê Feray Aytekîn, derbarê girtina sekreterya xwe ya jinan Derya Yûlcû û endamê xwe Saîm Atilgan de daxuyanî da û got: “Ji têkoşîna me acizin. Ji ber vê hevalên me digirin.”
Odeyên Tabîban, têkildarî belavbûna şewba kurevî Covît-19, li gelek navendan daxuyanî dan û diyar kirin ku eger tenduristiya hekîman û xizmetkarên neparêzin, dê nikaribin civakê jî biparêzin. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ji ber şewb gelek zêde bûye, barê wan pir giran bûye û êdî hekîm nikarin nefesê bistînin. Hekîm jiyana xwe ji dest didin."
TOBB'ê rapora rewşa şîrketan aşkere kir û diyar kir ku di Tîrmehê de li gori meha berê ji sedî 35,34 kêm bûne û di Tîrmehê de Hezar û 505 şîrket hatine girtin.