Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane

img

STENBOL - Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew li cihekî ku ne ewlehiya kar ne jî tenduristiya karkeran lê hebû dixebitîn û gotin: "Hêj meaşên me tev nedane me. Em mexdûr kirine." 

Karlerên endamê Sendîkaya Otomotîv û Karkerên Metalê bûn, di 2'yê Cotmehê de ji kar hatin avêtin. Karker Erol Balta, Metîn Ozbey û Omer Kocaman bal kişandin ser şert û mercên kar û zext û zoriyên li wan dihatin kirin. 
 
Omer Kocaman, diyar kir ku 3 salan li Sînboyê di beşa plastîk enjeksiyonê de dixebitî. Kocaman, bilêv kir ku rojê 12 saetan dixebitîn û li kargehên din du makîneyên enjeksiyonê didin karkeran û got: "Lê li Sînboyê 7-8 makîneyan didin. Kesek li ser 8 makîneyan dixebite. Roj heebû em nikaribûn biçin tuwaletê jî. Me ev pirsgirêk ji rayedaran re gotin, lê wan ji me re got, 'karê xwe bi derengî nexin, heke bivê hûn ê neçin tuwaletê û hûn ê çay venexwin." 
 
‘TENDURISTIYA KAR Û EWLEHIYA KAR TUNE YE' 
 
Kocaman, destnîşan kir ku li cihê kar di warê ewlehî kar û tenduirstiya karkeran de tu tevdîr nedihatin girtin û got: "Gava ez dixebitîm du karker jiyana xwe ji dest dan. Ev ji ber netevdîrgirtinê pêk hatin. Hîn jî ev tişt didomin. Tevdîr nayên girtin." 
 
Kocaman, diyar kir ku demeke dirêj e li beşa enjeksiyonê hewadarî tuneyeû got: "Li hundur li cihê enjeksiyona plastîk lê heye bêhewadarî ye. Niha çê dikin, lê nizanim wê kengî biqede. Em li wê beşa enjeksiyona plastîk heta êvarî di nav wê dûmana bijehr de dixebitîn. Maskeyenên didan me ên bijîşkan bûn. ew maskeyên tozê bûn, ji bo dûmanê bi kêr nedihatin." Her wiha Kocaman, bilêv kir ku xwarinên kargehê jî xirab bûn û hin karker ji ber xwarinên kargehê nexweş diketin û diçûn nexweşxaneyê. Kocaman, diyar kir ku par bûye endamê sendîkayê û ji ber vê zext û zoriyên li ser wan zêde bûne û got: "Ji bo tahdê li me bikin çi ji destê wan dihat dikirin." 
 
‘HÎN JÎ HIN MEAŞÊN ME NEDANE' 
 
Kocaman, diyar kir ku bi hinceta şîrket biçûk dibe ji kar hatiye derxistin û got: "Madem şîrket biçûk dibe, nexwe ji ber çi her roj beşên nû vedibin ûmakîneyên nû tên kirîn?" Kocaman, destnîşan kir ku ji wan re gotin ew ê bi texsîtan tazmînata we bidin û got: "Meaşê me yê mayî jî bi texsîtan didin. Em meaşê mehekê ancax di meh û nîv an jî du mehan de digirin." 
 
Karker Metîn Ozbey jî bilêv kir ku di beşa enjeksiyonê ya metalî de 8 sal û nîvan xebitiye û bal kişand ser mobbîng û zextên li fabrîkayê. Ozbey, destnîşan kir ku 8 salan kincên kar nedane wan û got: "Gava em li beşa zimpereyê dixebitîn berçav nedindan me û ji ber ve qeza pêk dihatin." Ozbey, da zanîn ku hevalekî wan her gava ku leipkê xwe derdixist çermê wî jê dibû, lê belê bijîşkê kargehê jê re digot: "Tu tiştekî te tune ye, tu dikarî bixebitî." Ozbey, diyar kir ku zewicandiye û zarokên wî hene û got: "Betlaneya fermî şemî û yekşem e, lê em ji bo mesaiya mecbûrî dimînin. Dibêjin, hûn mecbûr in, hûn ê bixebitin." Du salên dawî me meaşê xwe bi awayekî rêk û pêk negirtiye. Meaşê me perçe perçe didan me. Hîn meaşê me yê meha 8'an nedane. Dibêjin 'di qaseyê de pere nemaye' û taloq dikin." 
 
Karker Erol Balta jî bal kişand ser heman pisgiêrkan û got, ew mexdûr bûne û krîza niha pişya wan şikandiye.