Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike

AMED - Serokê Odeya Zîraetê ya Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû bertek nîşanî bihayê zad a TMO’yê diyar kiriye da û wiha got: “Divê ev biha demildest ji ber çavan were derbaskirin û nûkirin.” 
 
Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) sala par ya ji serê tona genim re 8 hezar û 250 lîre, ji tona genimê spî yê hişk ê ji nan re 8 hezar û 250 lîre ji tona genimê meqerneyan re 9 hezar, ji tona ceh re jî 7 hezar lîre diyar kiribû lê belê îsal ji ji serê tona genimê meqerneyan re 10 hezar lîre, ji tona genimê meqerneyan re 9 hezar û 250 lîre, ji tona ceh re 7 hezar û 250 lîre diyar kir.
 
Bertekên li dijî bihayê erzan ê zad didomin. Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû û cotkar Hamza Ozateş destnîşan kirin ku bihayên hatine diyarkirin têrî lêçûnan nakin. 
 
Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Suleyman Îskenderoglû anî ziman ku sala par bihayê mazotê 21 lîre û 50 qirûş bû lê niha bûye dora 42 lîre û zêdebûna wê ji sedî 108 e. Me sala par gubreyê ji 9 hezar lîreyan distend lê niha bûye dora 14 hezar lîre, derman jî ji sedî 80 zêde bûye. Bihayê ceyran û paletiyê jî bi heman awayî ne. Tevî daneyên TÛÎK’ê û enflasyonê bawerî li bihayên kenokî nayê.” 
 
TALUKEYA MEZIN
 
Îskenderoglû ânî ziman ku kesên herî mexdûr ên li Tirkiyeyê cotkar in û wiha got: “Em dixwazin ku cotkar bihayê ku heq kiriye bistîne. Hikûmeta halê hazir di sala 2006’an de qanûnek derxistiye û li gorî qanûnê divê ji sedî 1’ê bûdçeyê ji bo piştgiriya cotkaran were veqetandin. Dest ji sedî 1’ê berdin li dora ji sedî 0,39’an piştgiriyê nadin cotkaran. Bila ya ku cotkar heq dike bidin wan, kesek tiştekî zêdetir naxwaze.” 
 
Îskenderoglû da zanîn ku cotkar ji, demekî zehmet derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cotkar qerdarê Bankaya Zîraetê, Kooperatîfa Krediyê ya Çandiniyê, bankayên taybet, firoşkarên gubre, mazot û tov in. Bi qasî ku ez dizanim cotkar di serê de 700 mîlyar lîreyan qerdar bûn. Ev biha hêdî hêdî ber bi qatrîlyonê ve diçe. Ev yek talukeyekî mezin e.” 
 
DIBE KU ZEVÎ VALA BIMÎNIN
 
Îskenderoglû da zanîn ku ji ber bihayê gelek erzan hatine diyarkirin, dibe ku zevî vala bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bihayê ku em dixwazin ji bo serê kîloyekî genimê nan bibe 12 lîre û 50 qirûş, genime meqerneyan bibe 13 lîre, bihayê ceh jî bibe 8 lîre 50 qirûş. Li gel vana bihayê serê tona tevlihev jî bibe hezar û 500 lîre. 
 
‘EM NIKARIN COTKARIYÊ BIKIN’
 
Hamza Ozateş ê cotkariyê dike jî anî ziman ku ew kedekî mezin didin zeviyan û dahatuyekî gelek kêm dikeve destê wan, wiha axivî: “Herî zêde enflasyon zehmetiyê dide me. Bi ser vana bihayê gelek erzan jî ketin ser û ne pêkan e ku ev kar were domandin. Êdî em bixwazin jî nikarin cotkariyê bikin. Ji ber lêçûnên me zêde ne û bihayê ji me re hatiye diyarkirin, gelek kêm e.” 
 
Ozateş da zanîn ku bihayê hatiye diyarkirin bi helwesta “Bila cotkar ji birçîna nemire lê bila kare xwe jî bike” hatine diyarkirin. Ozateş bilêv kir ku divê bihayê herî erzan ê genim bibe 13 lîre be û daxwaza 2 lîre jî piştgiriya prîmê kir û axaftina xwe wiha domand: “Em her sal zêdetir zirarê dikin. Heke hûn bihayê zêde nekin, wê çaxê enflasyonê daxînin. Bila cotkar ji ber enflasyonê mexdûr nebe. Heke TMO biha diyar nekirina, dibe ku me genim bi bihayekî baştir bifirota. Genim û cehê ku min îsal çandiye bi bihayê xwe yê sala par e. Lê belê gubre, mazot, dermanên çandiniyê 2 qet, 3 qet zêde bûn. Ev rewş nehate rastkirin. Heke neyê rastkirin, êdî dê ji xwe re ji derve cotkaran bînin, dê bi xwe çandiniyê bikin êdî ew dizanîn.” 
 
MA/ Şîlan Çîl