Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin

img
ÊLIH - Endamên Sendîkaya Petrol-Îş’ê ji ber bihabûn, enflasyona zêde, mûçeyên wan ên têrî wan nakin û bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin. 
 
Karkerên Şîrîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) yên endamên Sendîkaya Petro-Îşê ji ber enflasyona zêde, bihabûn û mûçeyên kêm protesto bikin, li pêşiya avahiyê sendîkayê meş li dar xistin. Karkeran pankartên “Yên bi hilberînên rekor pesnê xwe didin, qerdarê hilberîneran in” û “Em ê teslîmî xizaniyê nebin. Bila bi sererastkirineke lezgîn xizanî were sekinandin” hatin vekirin. Karkeran di meşê de gelek caran dirûşmên “Em karker in, mafdar in, dê bi ser bikevin”, Dê serkeftin a kedkaran be”, û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.  
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Petrol Îşê yê Êlihê Veysel Kartal destnîşan kir ku ji ber daxwazên wan nehatine qebûlkirin ew çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Me bi israr anî ziman, em nikarin debara xwe bikin, di bin şert û mercên zehmet de dijîn. Mûçeyên me têrî me nakin. Em ji vir dibêjin, ev destpêkek e, dê berdewama wê were. Dê ev kedkar êdî nesekinin, dê haya dawiyê mafê xwe bigerin.” 
 
‘HEQDESTÊ KARÊ ZÊDE NAYÊ DAYÎN'
 
Kartal, di berdawama axaftina xwe de anî ziman ku mûçeyên wan li gorî saziyên cemaweriya yên din kêm maye û xwest mûçeyên wan werin rastkirin. Herwiha Kartal diyar kir ku kedkar ji ber karê ku zêde dikin jî heqdestê xwe nagirin. 
 
‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME’
 
Kartal gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heke daxwazên me neyên bersivandin, heke dengê karkeran neyê bihîstin, em ê ji bo mafên xwe bi dest bixin, pêvajoyên qanûnî û demokratîk bidin meşandin.” 
 
Daxuyanî bi gerandina govendan bi dawî bû.