Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin

img
ÎZMÎR - Karkerên fîrmeya Agrobayê ku dema li Bergamayê dixebitîn ji kar hatibûn derxistin û ev 210 roj in li pêşiya serayê li ber xwe didin, piştî daxuyaniya li Bergamayê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Karkerên fîrmaya bi navê Agrobay Serecalikê ya li navçeya Bergama ya Îzmîrê, ji ber endamtiya Sendîkaya Karkerên Çandiniyê di 22’yê tebaxa 2023’yan de ji kar hatin derxistin. Karkeran li pêşiya serayê dest bi çalakiyê kiribûn û ev 7 meh in daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Li ser vê yekê karkeran ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. 
 
Daxuyanî li pêşiya Bazara Girtî ya Bergamayê daxuyanî dan û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta “Em ê her tiştên ji me hatine dizîn li xwe vegerînin” hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Sendîka maf e nayê astengkirin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Serkeftin dê ya kedkarên berxwedêr be” hatin berzkirin. Li gel rêxistinên jinan ên ji navçeyên derdorê hatin, gelek welatiyan jî piştgirî dan karkeran. 
 
Serokê Tarim Sen’ê Umut Kocagoz wiha got: “Rewşeke me ya xwe li benda hilbijartinê bigirin nema ye. Ev bû 210 roj û karkeran ne mûçe ne jî tazmînatên xwe wergirtine. Wezîrê xebatê yê vî welatî li ku ye? Heke çareser neke em ê bên Enqereyê û li pêşiya wezaretê li ber xwe bidin.” 
 
Karkerên Tarim Senê dan zanîn ku ji bilî berxwedanê tu rêyeke wan a din a li dijî zîhniyeta mafên wan xesp dike nîne. Karkeran, destnîşan kir ku dê ji bo jiyaneke birûmet bimeşin û bêtirs li ber xwe bidin. 
 
Piştî axaftinan, karker bi dirûşman ber bi Enqereyê ve ketin rê.