Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin

img
EDENE - Kedkarên tenduristiyê li Edeneyê bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê daketin kolanan û bi pêşmalkên xwe “Meşa Spî” li dar xistin. Di çalakiyê de kedkaran daxwazên xwe yên ji hikûmetê anîn ziman. 
 
Odeya Bijîşkan a Edeneyê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Edeneyê bi boneya 14’ê Adarê Cejna Tipê, bi dirûşma “Ji bo jiyaneke bêtundî, demokratîk, bitemînat û demkratîk” “Meşa Spî” li dar xist. Gelek bijîşk û kedkarên tenduristiyê tev li meşê bûn. Her wiha rêveberên DEM Partî û CHP’ê jî piştgirî dan meşê.
 
Xebatkarên tenduristiyê yên pêşmalkên spî li xwe kirin û hatin ser Pira Kasim Gulek, ji vir ber bi Qada Ugur Mumcu ve meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Bûdçeya ne ji bo çeteyan lê ji bo tenduristiyê”, “Em naçin, bi tu deveran ve naçin” û “Rizgarî tune ye yan bi tena serê xwe yan bi hev re yan jî tu kes ji me” hatin berzkirin. Her wiha kedkaran di çalakiyê de li çepikan xistin, tililî avêtin û fîtik lê dan.  
 
Di dema meşê de polîs bi helîkopteran li ser meşvanan geriyan. 
 
Meşvanên ku gihiştin qadê,  li vir metna hevpar xwendin. Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Dr. Ahmet Suntur ve hate xwendin. Suntur got ku xebatkarên tenduristiyê di şertên zehmet de tên xebitandin, keda wan tê xwarin û bêqîmetkirin. Bi domdarî Suntur sozên hikûmetê yên ji bo kedkarên tenduristiyê dane bi bîr xist û got ku ev soz nehatine bicihaanîn. 
 
Herî dawî jî Santur 14 daxwazên kedkarên tenduristiyê rêz kir.  Çendek daxwazên hatine rêzkirin wiha ne: 
 
* Divê pêşniyarqanûna TTB’ê ya têkildarî tundiya di tenduristiyê de bê qebûlkirin. 
 
*  Divê şert û mercên bêhnvedanê yên bijîşk/kedkarên tenduristiyê jinûve bên sererastkirin. 
 
* Nexweşiyên di dema pandemiyê de rê li ber pandemiyê vedikin weke weke nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin. 
 
* Ji bo kedkarên tenduristiyê zema dema xizmeta fiîlî 120 roj bin. 
 
* Di bacê de em edaletê dixwazin! Sînorê para bacê divê ji sedî 15 be. 
 
* Dema muayeneyê divê li gorî xizmeta zanistî û biwesf bên sererastkirin. 
 
* Divê li servîsên lezgîn qada kesk were rakirin û xizmeta polîklînîk neyê dayîn. 
 
* Dema sererastkirinên têkildarî tenduristiyê tên kirin, divê li gorî nêrînên TTB û rêxistinên ked-pîşeyî yên tenduristiyê bên kirin. 
 
* Divê tayîn li gorî rêgezên zanistî û liyaqetê bin. 
 
* Divê kontanjên perwerdeyê yên di fakûlteyên tipê û pisporiya di tipê de li gorî biwesfbûna perwerdeyê bên kêmkirin. 
 
* Divê pergaleke tenduristiyê ya ku pergala tenduristiyê ya parêzger û bêpere were avakirin.”