Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê

img
WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku gelek neguhêzbar dewrî saziyên fermî kirin, 5 roj beriya hilbijartinê dê 600 hezar mîtroçargoşe erd bifiroşe. 
 
Şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de beriya hilbijartinan çend rojan lez dan şelandin û talanê. Neguhêzbar, mal û milk, erd, qadên jiyana civakî yên şaredariyên ku DEM Partî dê teqez qezenc bike, yek bi yek dewrî saziyên weke diyanet, miduriyeta polîsan û cendermeyê tên kirin. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû di nava 5 salan de hema bêje yek neguhêzbara aydê şaredariyê nehişt. 
 
600 HEZAR MÎTROÇARGOŞE ERD TÊ FIROTIN 
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ku hefteya borî gelek neguhêzbarên girêdayî şaredariyê veguhestibû saziyên din ên di bin kontrola desthilata navendî de û ji bo ku şaredarî zêdetir di bin deynan de bimîne dîsa serî li deynan da, vê hefteyê bi sedan donim erd da ber firotinê. Qeyûmê ku 53 neguhêzbarên li navçeya Artemêtê yên aydê şaredariyê ne dan ber firotinê, dîroka îhaleyê jî 5 roj beriya hilbijartinê an ku weke 25’ê adarê hate diyarkirin. Rêveberiya qeyûm ku ji bo qadeke giştî ya 600 hezar mîtroçargoşeyî 480 milyon lîre biha diyar kiriye, beriya niha jî li heman herêmê bi hezaran donim erd firotibû.