Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû

img
SEMSÛR - Karkerê bi navê Selahattîn Benek ku li ser înşaeta TOKÎ’yê ya Semsûrê dixebitî ji avahî kete xwarê û bi giranî birîndar bû. 
 
Li şantiyeya avahiyên erdhejê yên ji hêla TOKÎ’yê ve li navenda Semsûrê tên çêkirin, qezaya kar çêbû. Karkerê bi navê Selahattîn Benek ku berpirsyarê projeyê ya Sur Yapiyê bû, li qada înşaetê ji bilindahiya 8 metreyan kete xwarê û bi giranî birîndar bû. 
 
Benek rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku her du lingên Benek şikestine û xetereya li ser jiyana wî didome.