TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1

img
ENQERE - TUÎK’ê ragihand ku li gorî mehek beriya vê mehê, bêkariya li welêt ji sedî 0,2 zêde bû û derket ji sedî 9,1’ê. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê parve kir. Kesên êdî hêviya xwe ji lêgerîna kar birîne daxilî van daneyan nehatin kirin. Bi vê yekê re; di meha çileya 2024’an de li gorî meha bertir, 85 hezar kesên 15 salî û bi ser vî temenî de li bêkaran zêde bûn û hejmara bêkaran derket 3 milyon û 214 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,2 zêde bû û derket ji sedî 9,1’ê. Rêjeya bêkariya ya di nava zilaman de weke ji sedî 7,7 û ya di nava jinan de jî weke ji sedî 11,7 hate texmînkirin. 
 
HEJMARA CIWANÊN BÊKAR ZÊDE BÛ 
 
Li gorî daneyan, rêjeya bêkariya ya di nava ciwanên temenê wan di navbera 15-24’ê de li gorî mehek berê ji sedî 1,1 zêdetir bû û derket ji sedî 16,6’ê. Rêjeya bêkariya zilamên ciwan weke ji sedî 14,1 û jinên ciwan jî ji sedî 21,1 hate texmînkirin.