Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne

img
WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku derket holê ku deynê wî 3 milyar û 697 hezar û 382 lîre ye, li ber çûyînê hemû neguhêzbaran dewr dike, krediyên nû dikişîne û kadroyên vala yên li şaredariyê bi alîgirên xwe dadigire. 
 
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê di demekî ku ji hilbijartinê re 26 roj mane de “meclisa tayînkiriyan” kom kir û hin rêze biryar wergirtin. Qeyûm li ber çûyînê avahiyên di nava Parka Fîdanlikê de ku ji bingeha wan ji aliyê rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate danîn û hatibûn asta qedandinê dewr kirin. Qeyûmê ku avahiyên Navenda Pêşvebirina Şexsî û eywana konferansê yên di nava parkê de cih digirin ji bo 25 salan dewrî Midûriyeta Ciwanan û Sporê ya Bajar hate kirin, beriya niha jî gelek avahiyên di nava kampusê de dewrî hin saziyên din kiribûn. 
 
Parka Fîdanlikê ku hate dewrkirin li ser qadeke 600 hezar metreçargoşeyê hatibû avakirin û weke cihekî ku hilberînên, çandî, civakî, spor, perwerde û hunerî lê dihatin kirin, hatibû çêkirin. Di nava parkê de Navenda Çandê, Navenda Piştgiriya Jinan, Navenda Rehabîlîtasyonê ya Astengdaran, Navenda Piştgiriyê ya Zarokan, Atolyeyên Hunerê, Pirtûkxane, Eywaneke Konferansê ya ji hezar kesan pêk tê, qadên kampê, Mala Tavê û qadên ekolojîk cih digirtin. 
 
DEYN JI SALÊN 2024 Û 2029’AN RE HATIN HIŞTIN 
 
Rêveberiya qeyûm biryar da ku hemû lêçûn û dayînên razemeniyên ji sala 2023’an heta sala 2024’an hatine veguhestin, di nava sala 2024’an de bên dayîn. An ku şaredariyê ji b ovan hemû “razemeniyan” deyn bike raye girt û ev deyn ji rêveberiya ku dê şaredariyê bi dest bixe re hişt. Rêveberiya qeyûm beriya niha jî, biryar dabû ku maweya krediyên ku ji banka ya taybet û Îllerê standî 2024’an dest pê bike û bi maweya 5 salan were dayin. Bi vî awayî, hemû deynên ku di dema wî de hatine çêkirin û ji bo "razemeniyên" ku wî kirine, dê di 5 salên pêşiya me de bên dayîn.
 
HEMÛ KADRO BI TAYÎNKIRINÊ HATIN DAGIRTIN 
 
Biryareke din a rêveberiya qeyûm wergirt jî ji hemû qadroyên vala yên di nava şaredariyê de alîgirên xwe dagirtin. Rêveberiya qeyûm a biryara tayînkirina kesên diyar kir wergirt, di salên beriya niha de jî serî li heman rêbazê dabû û hema bêje ji bo hemû qadên şaredariyê biryara tayînkirinan dabû. 
 
DI MEHA HILBIJARTINÊ DE KREDÎ HATIBÛ KIŞANDIN 
 
Rêveberiya qeyûm a ji bo deynên xwe yên ceyranê bide kredî kişandiye di vê mehê de daxwaza kişandina krediyê ya Îdareya Qenalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) qebûl kir. Di lêkolînên beriya niha hatine kirin de derketibû holê ku deynê VASKÎ’yê bûye 938 milyon û 450 hezar û 372 lîre. Dîsa derketibû holê ku ev beşeke mezin a van krediyan ji deynan pêk hatibû û bi biryara dayîna wan 5 salan bimawe were dayîn hatibû wergirtin. 
 
Derketibû holê ku 32 milyon û 82 hezar lîre deynên şîrketa BELVAN’ê û 33 milyon û 57 hezar û 392 lîre jî deynên şîrketa Mavîkent a girêdayî rêveberiya qeyûm hene. Derketibû holê ku deynê komî yê saziyên girêdayî şaredariyê jî Milyarek û 4 milyon û 889 hezar û 787 lîre bûye. 
 
KAFE BILEZ Û BEZ HATIN KIRÊKIRIN 
 
Rêveberiya qeyûm her wiha ji bo kafeyên li ser Rêya Peravê hatine çêkirin û hêj nehatine temamkirin biryar da. Bi biryara hate wergirtin re 2 kafeyên li ser Rêya Peravê ji bo 10 salan hatin kirêkirin. 
 
DEYNAN BI KREDIYÊ DIGIRE 
 
Qeyûmê di navbera salên 2017 û 2023’yan de bi milyonan lîreyan kredî kişand, hema bêje her meh bi armanca hesabên şaredariyê neyên blokekirin biryara “berjewendiya gel” digire. Hate zanîn ku ji tebaxa 2019’an heta îlona 2023’yan ku qeyûmê duyemîn hate tayînkirin, hema bêje di du mehan carekê bi biryara meclisa şaredariyê ya hatiye tayînkirin ji bankeyan kredî hatine kişandin. Derketibû holê ku deynê komî yê şaredariya di bin reveberiya qeyûmê ku deynên xwe bi kişandina krediyan dide bûye 3 milyar û 697 hezar û 382 lîre. 
 
ŞAREDARÎ DEYNDARÊ HEMÛ BANKEYAN E 
 
Miqdara deynên şaredariyê yên di bin rêveberiya qeyyûm de ji xezîneyê re, saziyên din ên cemaweriyê (SGK û bac), Banka ya Îller, bankayên din ên navxweyî, deynên ji derve û stokên din ên deynan hatine girtin, derketin holê. Heta meha dawî ya sala 2023’yan, deynên SGK’ê û bacê yên şaredariya bajarê mezin a di bin rêveberiya qeyûm de bû 120 mîlyon û 38 hezar û 318 lîre, deynê Bankaya Îller derket 202 mîlyon û 422 hezar û 636 TL, deynê bankayên din jî derket milyarek û 607 mîlyon û 350 hezar û 676 lîreyî. Deynên di bin navê “deynên din” jî weke milyonek û 771 hezar û 915 lîre hatin qeydkirin. Li gorî tabloya derket holê deynê rêveberiya qeyûm ku tenê ji banka, SGK û weke yên din bin av kiriye bûye milyarek û 954 milyon û 585 hezar û 550 lîre. 
 
MA / Adnan Bîlen