Bêkariya berfireh derket ji sedî 24,7’ê

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê, rêjeya hêza kar a pasîf ku “bêkariya berfireh” pênase dike, li gorî mehek beriya çileya 2023’yan 2.1 puanan zêde bû û derket ji sedî 24.7’ê. 
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên têkildarî hêza kar a meha kanûna 2023’yan parve kir. Li gorî daneyan, rêjeya bêkariyê ya Tirkiyeyê di meha kanûna 2023’yan de li gorî mehek bertirê 0.1 puanan kêmtir bû û bû ji sedî 8.8. Rêjeya bêkariyê di nava zilaman de ji sedî 7.1 û di nava jinan de jî ji weke ji sedî 12 hate texmînkirin. 
 
Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin mehek beriya kanûna 2023’yan 399 hezar kes zêde bû û bû 32 milyon û 56 hezar kes. Rêjeya îstîhdamê jî 0.6 puan zêde bû û bû ji sedî 48.8. Ev rêjeye di nava zilaman de ji sedî 66.1 û di nava jinan de jî ji sedî 31.9 pêk hat. 
 
BÊKARÎ DI NAVA CIWANAN DE BÛ JI SEDÎ 15.5 
 
Bêkariya di nava kesên temenê wan di navbera 15-24’ê de li gorî meha berê 0.8 puanan kêm bû û daket ji sedî 15.5’ê. Li gorî vê; rêjeya bêkariyê ya di nava ciwanên zilam de ji sedî 11.5 û yên jin jî ji sedî 22.8 bû. 
 
BÊKARIYA BERFIREH ZÊDE BÛ 
 
Rêjeya hêza kar a pasîf ku ji îstîhdama kêm a girêdayî dem, hêza kar a potansiyel û ji bêkaran pêk tê jî di kanûna 2023’yan de li gorî mehek berê 2.1 puanan zêde bû û bû ji sedî 24.7. 
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê; li seranserî Tirkiyeyê hejmara bêkarên di temenê 15 salî û yên bi ser de di kanûna 2023’yan de li gorî mehek berê 12 hezar jê kêm bûn û ev hejmar bû 3 milyon û 98 hezar kes. Rêjeya bêkariyê li gorî mehek berê 0.1 puanan kêm bû û bû ji sedî 8.8. Rêjeya bêkariyê li gorî heman meha salek berî 1.5 puanan kêm bû. 
 
Rêjeya bêkariyê ya ciwanên di navbera 15-24 saliyê de  di meha behsa xeberê de li gorî mehek berê 0.8 puanan kêm bû û bû ji sedî 15.5.