ÎSÎG: 7 jê zarok bi giştî 158 kesan jiyana xwe ji dest dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ÎSÎG’ê di meha çileye de 7 jê zarok bi giştî 158 kesan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Karkeran (ÎSÎG) Rapora Xwe ya Cînayetên Kar a meha çileye eşkere kir. Li gorî raporê, di meha çileyê de herî kêm 158 karkeran jiyana xwe ji dest dan û karker herî zêde di beşa înşeatê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
LI GORÎ BEŞÊN CINAYETÊN KAR 
 
Li gorî raporê di beşa karên înşeat, çêkirina rêyan de 45 karker, di beşa veguhestinê de 22, di beşa daristan û çandiniyê de 16, di beşa bazirganî, buro, perwerde û sînemayê de 11, di beşa alavên hesin de 9, di beşa turîzm û şahiyê de 9, di beşa şaredarî û beşên karûbarên giştî de 9, di beşa Petro-kîmyagerî û lastîkê de 6, di beşa kanegeriyê de 5, di beşa dar û kaxizê de 4, di beşa keştî, tersxane û peravan de 4, di beşa tenduristî û xizmetên civakî de 4, di beşa zad û şekirê de 2, di beşa tekstîlê de 2, di beşa enerjiye de 2 û di beşa parastin û ewlehiyê de jî karkerekî jiyana xwe ji dest da. Herwiha 5 karkerên ku beşên karên wan nehatine diyarkirin jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî rapora meha çileyê, 7 zarokên temenên wan di bin 18 saliyê de li cihê ku dixebitîn jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li gorî raporê 3 zarokên temênên wan di bi 14 saliyê de, 4 zarokên temênên wan di navbera 15 û 17 saliyê de, 32 karkerên temênên wan di navbera 18 û 29 saliyê de, 62 karkerên temênên wan di navbera 30 û 49 saliyê de, 43 karkerên temênên wan di navbera 50 û 64 saliyê de, 5 karkerên temênên wan ser 65 saliyê de jiyana xwe ji dest dan. Herwiha 9 karkerên ku temenên wan nehatiye diyarkirin jî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.